Zextên Tirkiyeyê diyaloga nîştimanî li Sûriyeyê asteng dike

Destwerdan û zextên dewleta Tirk hewlên ji bo pêşxistina lihevkirina nîştimanî li Sûriyeyê asteng dike. Hikûmeta veguhêz qebûl nake ku tevlî dan û standinên Parîsê yên bi nûnerên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re bibe. Ev yek aşkera nîşan dide ku Tirkiye pêvajoya diyaloga navxweyî ya Sûriyeyê asteng dike.

Zextên Tirkiyeyê diyaloga nîştimanî li Sûriyeyê asteng dike
18 tebax, 2025   06:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Tevî hewldanên Parîs û Washingtonê jê, hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê xwe ji dan û standinên bi nûnerên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re li Parîsê, yên ji bo pêkanîna rêkeftina 10`ê Adarê, dide alî.  Ev yek nîşana dide ku zextên Tirkiyeyê li ser pêvajoya veguhêz dewam dikin.

Hikûmeta veguhêz du caran qebûl nekir tevlî civîna Parîsê ya bi nûnerên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re bibe, cara dawîn jî lidarxistina konferana "Yekhelwestiya pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê" wekî hincet nîşan dabû.

Biryara hikumeta veguhêz a Sûriyeyê ya vekişîna ji dan û standinên Parîsê piştî hevdîtina li Şamê ya di navbera Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan û Ehmed El Şeri û Esed Şeybanî re, hat ragihandin.

Serdana Hakan Fîdan a bo Şamê ku di 8’ê Tebaxê de hatibû kirin, her wiha serdana wezîrên parastin û karên derve yên hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê ya bo Tirkiyê ku di 13’ê Tebaxê de pêk hatibû, bi awayekî zelal destwerdana Tirkiyê û astengkirina her nêzîkbûnek di navbera hikûmeta veguhêz û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de nîşan dide.

Daxuyaniyên dawî yên wezîrê karên derve yê hikûmeta veguhêz, ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) tawanbar kir, dîsa jî daxuyaniyên wezîrê karên derve yê Tirkiyê ya di civîna çapemeniyê de, asta destwerdana Tirkiyê û astengkirina lihevkirinên nîştimanî di navbera Sûriyeyiyan de aşkera dikin.

Hikûmeta veguhêz cara pêşî bi hênceta bûyerên li Siwêdayê qebûl nekir beşdarî civîna Parîsê ya hatibû plankirin 25`ê Tîrmehê were lidarxistin bibe. Fermandarê giştî yê QSD`ê Mazlûm Ebdî jî diyar kiribû ku Fransayê bi fermî ew agahdar kirin ku hikymeta veguhêz a Sûriyeyê bi mijara Siwêdayê ve mijûl e û nikare beşdar bibe.

Tevî ku Wezareta Karên Derve ya Fransayê di 12’ê Tebaxê de behsa girîngiya berdewamiya diyalogê kir û diyar kir ku tevlîbûna QSD’ê di nav artêşa Sûriyeyê de ji bo pêkanîna aramiya û têkbirina terorê pir girîng e, lê belê  heta niha ne Parîs û Washingtonê li ser helwesta dawî ya hikûmeta veguhêz tu daxuyaniyên fermî nedane.

(k)