Serçeteyekî dewleta Tirk a dagirker li gundewarê Helebê hate kuştin

Li bajarê Ezazê yê Helebê, serçeteyekî koma bi navê “Artêşa Niştîmanî” ya dewleta Tirk a dagirker ji aliyê çekdarên nenas ve hate kuştin.

Serçeteyekî dewleta Tirk a dagirker li gundewarê Helebê hate kuştin
17 tebax, 2025   19:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Serçeteyê bi navê Farûq Ebû Bekir yê “Firqeya El Mutesêm” ya girêdayî artêşa “Niştîmanî ya Sûriyeyê” li bajarê Ezazê yê Helebê ji aliyê çekdarên nenas ve hate kuştin.

Çavkaniyên xwecih ragihandin ku çekdarên nenas li ser motorsîkêlêt gule li  Ebû Bekir reşandine, û di cih de hatiye kuştin.

Alîkarê wezîrê kar û barên ewlehiyê yê hikûmeta veguhêz Ebdulqadir Tehan li ser hesabê xwe yê “X”, kuştina Ebû Bekir ragihand û gef xwar ku kujeran bigire.

Hemwextî vê bûyerê, tevliheviya ewlehiyê li herêmên dagirkirî berdewam e.

(ac/şx)

ANHA