‘Jin bingeha avakirina Sûriyeya demokratîk û pirreng e’ 

Endamên Kombûna Jinan a Zenûbyayê diyar kirin ku hewldanên jinên Sûriyeyî zemîna pêkanîna aştiya civakî diafirîne û gotin, derbaskirina nakokiyên neteweyî û mezhebî, her wiha pêşxistina nirxên jiyana hevbeş û wekheviyê rêya rast a avakirina Sûriyeya yekgirtî ya pirreng e.

‘Jin bingeha avakirina Sûriyeya demokratîk û pirreng e’ 
18 tebax, 2025   02:35
TEBQA

Di vê qonaxa Sûriyeyê tê re derbas dibe de, aloziyên civakî û siyasî zêdetir dibin. Endamên Meclisa Tebqayê ya Kombûna Jinan a Zenûbyayê li ser rewşa heyî nirxandin kirin û dan zanîn ku nirxên aştî û jiyana hevbeş di navbera hemû pêkhateyan de pêdiviyeke demê ye. Endaman destnîşan kirin ku jinên Sûriyeyî roleke sereke li dijî kîndarî û dûrxistina aliyên din, dilîzin.

Endama Komîteya Lihevanînê ya meclisê Emîna Silêman got, divê hemû beşên civakê bi yek destî ji bo pêkanîna aştî û avakirina Sûriyeya demokratîk û pirreng, bixebitin û ev tişt anî ziman: “Ev erka hemû jinan e. Divê em bi hev re rola pêşeng di avakirina Sûriyeya demokratîk a pirreng de, pêş bixin.”

Emîna Silêman di berdewama axaftina xwe de got: “Karê her jinekê di hebûna wê di saziyekê de nîşaneke. Ev hebûn nirxên hevkarî û azadiyê ye. Jin xala destpêkê ya aştiya rastîn e. Ev rastî jî di têkoşîna wan a li dijî terora DAIŞ’ê de zelal bû. Rola jinan a di saziyan de û hebûna wan vê rastiyê hîn zindî dike.”

Berdevka Meclîsa Kombûna Jinan a Zenebûya Meryem El Ebid jî li ser mijarê ev hevok anîn ziman: “Aştî, bonrandin, xwişk û biratî ne tenê diruşme ne. Lê belê zemîna bingehîn a avakirina civaka demokratîk a pireng e. Dema rêzdarî di navbera çand, ol û neteweyan de serwer bin, wê demê bi hêsanî mirov dikarin li dijî fikirê tundrew û nijatperest, derkevin.

Esas hevgirtina civakê ye. Belavkirina nirxên aştiyê, borandin, xwişk û biratiyê ye. Ev di nava civakê de gelekî girîng in. Ev dikare bibin zemîna bingehîn a avakirina projeyên demokratîk a hemû aliyan bigre nava xwe. Dema pirrengî nirxekî bingehîn ê civakê be, tu alî dê nikaribin metirsiyê li ser wê civakê çêbike.”

Meryem El Ebid, di dawiya axaftina xwe de jî bal kişand ser parastina civakan û ev hevok rêz kirin: “Parastina civakê ji nêrînên biyanî zêdetir, bi helwestên siyasî û qanûnan ne pêkan e. Ev bi zanista civakî pêk tê. Ev bi zanista civakî ve girêdayî ye. Piratîzekirina nirxên civakî di jiyana rojane de ji bo xeta çareseriyê pir girîng e. Di vir de jin bi hemû hêza xwe ya exlaqî dikare perwerdeyê bibînin. Bê guman wê bandora wê jî mezin be. Jin dibe dilê zanista civakê û misogeriya hebûna wê. Jin nirxên aştiyê diparêzin.”

(dc)

ANHA