Zextên li ser Sûdanê û rêveberiyeke xweser a li Mexribê rojevên rojnameyên erebî ne

Rojnameyên erebî bal kişand ser zextên zêde yên navneteweyî yên li dijî aliyên şer ên Sûdanê, bangên DYA’yê yên rawestandina biçekkirina Hêzên Piştevaniya Lezgîn û rexneyên redkirina artêşê ji bo agirbestê. Her wiha rojnameyan behsa biryara Konseya Ewlehiyê ya dayîna rêveberiyeke xweser ji bo herêmên başûrê Mexribê kir.

Zextên li ser Sûdanê û rêveberiyeke xweser a li Mexribê rojevên rojnameyên erebî ne
20 mijdar, 2025   11:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî di rojevên xwe yên îro de bal kişand ser bilindbûna rageşiya li Sûdanê, têkelbûna herêmî û navneteweyî bi biryara dayîna herêmên başûr ên Mexribê rêveberiyeke xweser di bin serweriya Mexribê de.

‘GELO DYA’YÊ DAXWAZA RAWESTANDINA ALIYÊN LEŞKERÎ JI BO PIŞTEVANIYA LEZGÎN KIR?’

Rojnameya El Lîwa bal kişand ser helwesta DYA’yê ya ji bo şerê li Sûdanê û destnîşan kir ku destwerdana wê ji bo bidawîkirina şerê li Sûdanê hestiyariya amerîkiyan li gel êşên sûdaniyan nîşan nade, ji ber êşên li wir bi dehan salan e didomin.

Rojnameyê diyar kir ku Washingtonê armancgirtina Hêzên Piştevaniya Lezgîn wek "rêya herî hêsan ji bo gihandina peyama xwe" dîtiye, ji ber ku rêveçûna şer ber bi çareseriyekê ve diçe ku ne li gorî fermandarê artêşa Ebdulfettah El Burhan be, lê ber bi vejandina hikumeta sivîl bi destekdayîna DYA’yê ve diçe.

‘ŞER NE ÇARESERÎ YE’

Li aliyekî din jî rojnameya El Beyan a Îmaratê redkirina artêşa Sûdanê ji bo agirbesta ku komîteya çaralî ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA), Îmarat, Siûdî û Misirê banga wê kiriye, rexne kir û diyar kir ku helwesta alîkarê serkirdeyê giştî Yasir Eta "xwesteka berdewamkirina şer nîşan dide".

Rojnameyê diyar kir ku ev redkirin dihêle civata navneteweyî aliyê aştiyê asteng dike diyar bike û rê li ber rageşiyeke navneteweyî ya li dijî fermandariya artêşê vedike, bi taybet li dijî El Burhan û Yasir Eta.

‘ŞÊXÊN ÊLÊN ÇOLISTANÊ: RÊVEBERIYEKE XWESER A MEXRIBÊ DERIYÊ VEGERA BI HEZARAN KESAN VEDIKE’

Rojnameya El Ereb diyar kir ku biryara Konseya Ewlehiyê ya dayîna rêveberiyeke xweser ji bo herêmên li başûrê Mexribê di bin serweriya Mexribê de, temsîla "xaleke veguherîner" di rêveçûna aloziyê de dike û rê li pêş vegera bi hezaran malbatan ji kampên Tindoufê ber bi Mexribê ve vedike.

Rojnameyê destnîşan kir ku şêxên êlan li benda avêtina vê gavê ne ku ji bo geşkirina aborî û civakî firsendek e, bi taybet der barê bihêzkirina jinan û piştgiriya projeyên klasîk de.

(fr)