Daxuyaniya hevbeş a Siûdî-DYA’yê; peymanên stratejîk hatin îmzekirin

Di serdana mîrzayê Erebistana Siûdî ya ji bo Washingtonê de her du aliyan peymanên têkildarî parastin, hişê çêkirî, enerjiya nukleer û çend warên din îmze kirin.

Daxuyaniya hevbeş a Siûdî-DYA’yê; peymanên stratejîk hatin îmzekirin
20 mijdar, 2025   11:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Erebistana Siûdî û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) di dawiya serdana mîrzayê Erebistana Siûdî Mihemed Bîn Selman a ji bo Washingtonê de, îro daxuyaniyeke hevbeş da. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku her du welat pabendî xurtkirina têkiliyên dîrokî û xurtkirina hevkariya stratejîk a di tevahî waran de ne.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku her du aliyan pêşdeçûnên herêmî, navneteweyî û dozên xwedî girîngiya hevbeş, mekanîzmayên berfirehkirina hevkariya dualî nîqaş kirine.

Di serdanê de, peymanên têkildarî parastina stratejîk, hevkariya di warê hişê çêkirî de, peymana hevbeş a girêdayî hevkariya enerjiya nukleer a sivîl, çarçoveya hevkariyê di alîkariyên dabînkirinê û madenan de, awayên aborî û darayî ji bo hêsankirina veberhênerên Siûdiyê, peymanên girêdayî bazara darayî, pîvanên saxlemiya erebeyan, peymana warên perwerdeyê hatin îmzekirin.

Li kêleka wê jî Foruma Veberhênanê ya Amerîka-Siûdiyê bi îmzekirina peymanên lihevkirinê ya nêzî 270 milyar dolarî, bi encam bû.

(fr)