‘Zêrên bixwîn ên Sûdanê’ derbasî Tirkiyeyê dibin

Dewleta Tirk li Sûdanê çekan difiroşe her du aliyên ku di nava peçvûnan de ne, beranberî wê jî çavkaniyên zêrê li herêmê bi rêya Alhatçi Holding derbasî Tirkiyeyê dike.

‘Zêrên bixwîn ên Sûdanê’ derbasî Tirkiyeyê dibin
‘Zêrên bixwîn ên Sûdanê’ derbasî Tirkiyeyê dibin
‘Zêrên bixwîn ên Sûdanê’ derbasî Tirkiyeyê dibin
‘Zêrên bixwîn ên Sûdanê’ derbasî Tirkiyeyê dibin
‘Zêrên bixwîn ên Sûdanê’ derbasî Tirkiyeyê dibin
4 mijdar, 2025   11:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Di van hefteyên dawîn de şerê navxweyî yê li Sûdanê, komkujiyên li hemberî sivîlan, jinan û zarokan ketine rojeva cîhanê. 

Di sala 2021’an de serokê Hêzên Çekdar ên Sûdanê (SAF) general Abdulfettah El Burhan bi derbeyeke leşkerî bû desthilatdar. Di vê pêvajoyê de rêberê Hêzên Piştevaniya Lezgîn (RSF) general Mohamed Hamdan Dagalo ku wek “Hemedtî” tê zanîn, pişgiriya wî kir. Lê her du generalan di mijara parvekirina desthilatê de û rolê RSF’ê de li hev nekir. Di 15’ê Nîsana 2023’yan de aloziya li paytext Xartûmê derket, veguherî şerekî navxweyî. Di şerê 2 sal û nîvan de, zêdetirî 150 hezar kes hatine qetilkirin, bi hezaran birîndar bûne. 12 milyon kesî ji warê xwe koç kiriye. Nêzî 30 milyon kes pêwîstiya wan bi alîkariyê heye. Hêjayî bibîrxistinê ye ku gelheya welêt 51 milyon e.

Dewletên weke Rûsya, Îran û Îmarat ji bo berjewendiyên xwe yên siyasî piştgiriya aliyan dikin. Lê dewleta Tirk stratejiyeke ji van dewletan cuda dide meşandin. Di Adara 2025’an de The Washington Post der barê rola Tirkiyeyê ya li Sûdanê de nûçeyek parve kir. Li gorî van agahiyan Tirkiye bi navê “navbeynkariya ji bo aştiyê” şerê navxweyî gur dike û ji her du aliyan jî sûdê werdigire.

Beriya şerê Sûdanê Tirkiyeyê bi her du fermandaran re jî têkiliyên vekirî dimeşandin. Lê piştî şer dest pê kir, bi general Abdulfettah El Burhan re têkiliyên vekirî meşandin, lê bi aliyê general Mohamed Hamdan Dagalo re di ser Şîrketa Parastinê ya Arcayê re têkilî berdewam kir. Şîrketa Parastinê ya Baykarê ku ya zavayê Erdogan Selçûk Bayraktar e jî, çekan dide Burhan.

Li gorî nûçeyê, di sala 2023’yan de peymanek li ser 120 milyon dolar, di navbera artêşa Sûdanê û Şîrketa Baykarê de çêbûye. Di vê peymanê de firotina 8 balefirên bêmirov ên biçek ên TB2 û bi sedan roketan çêbûye. Ev peyman û derbasbûna çekan ku heta niha didome jî, li gel dorpêça çekan a li ser Sûdanê didome. Armanca dorpêçê ew e ku firotina çekan ji Sûdanê re bê astengkirin.

Her wiha xebatkarê Şîrketa Baykarê Ozkan Çakir û 48 xebatkarên din derbasî Sûdanê bûne, ji bo bazarê bidomînin. Xebatkar Ozkan Çakir ji cîgirê serokê Baykarê Eşref Evliyaoglu re vîdeoyên lêxistina dronên xwe dişîne ku çawa sûdanî pê hev dikujin.

Li aliyê din jî Şîrketa Parastinê ya Arcayê têkiliyan bi Hêzên Piştevaniya Lezgîn (RSF) re çêdikin û çekan difiroşin wan. Di nûçeyê de belgeyên têkiliyên Arca û RSF’ê hene.

Tirkiye beranberî vê çi ji aliyên çekdar ên Sûdanê digire? Çavkaniyên zêr, sifir û madeyên din ên binirx hene. Beranberî çekan Ahlatçi Holdîng ku nêzî desthilata AKP’ê ye, zêrên li Sûdanê derbasî bajarê Çorumê yê Tirkiyeyê dike.

Ahlatçi Holdîng ku di sala 1984’an de li Çorumê wek dikaneke biçûk a zêran dest pê kir, piştî salên 2000’î, bi lez mezin bû. Beriya niha (2019) jî bi rêya vê holdîngê zêrên Venezuelayê derbasî Tirkiyeyê bûbûn.

(bî)

ANHA