Zelensky pêşniyara hevdîtina sêalî ya bi Trump û Pûtîn re kir

Serokê Ukraynayê ji bo bidawîkirina şerê 3 salan berdewam dike, pêşniyara civîneke sêalî bi serokên Amerîka û Rûsyayê re kir, lê Kremlîn ev fikir bêyî ku beriya rêkeftinên zelal werin kirin, red kir, di heman demê de Trump dilgiraniya xwe ji negihaştina çareseriyê ya her du aliyan re nîşan da.

Zelensky pêşniyara hevdîtina sêalî ya bi Trump û Pûtîn re kir
28 gulan, 2025   20:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky, di çarçoveya dehfdana Moskovê ku êrişên xwe yên leşkerî yên beriya 3 salan dest pê kiriye de rawestîne, banga lidarxistina lûtkeyeke sêalî bi serokê Amerîka Donald Trump û serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn re kir.

Kremlîn diyar kir ku heya ew negihêjin lihevkirinên "xurt", civîneke wiha nayê lidarxisitin. Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov anî ziman ku hevdîtineke bi vî rengî divê encama lihevkirineke xurt a şandeya Rûsya û Ukraynayê be.

Li gorî daxuyaniya Kremlînê, serokê Rûsyayê berê jî vexwendnameyên ji bo hevdîtina Zelensky li Tirkiyeyê di destpêka vê mehê de red kiribûn.

Di heman demê de Trump,  ji ber negihîştina peymaneke bidawîkirina şer di navbera her du aliyan de, dilgiraniya xwe ji Pûtîn û Zelensky re nîşan da.

Zelensky di daxuyaniyên xwe yên îro de, got ger Pûtîn ji hevdîtina dualî nerehet be, yan jî her kes hevdîtina sêalî tercîh bike, îtîraza wan tune ye û ew ji her formekê re amade ne bi Trump û Pûtîn re hevdîtinê bikin.

Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky bang li Washington kir ku cezayên tund li ser sektorên enerjî û bankan ên Rûsyayê ferz bike.

(ac/fr)

ANHA