Sedemên paşxistina pevguhertina dîlgirtiyan

Komîteya erkdar a ji bo pêkanîna bendên peymana bi desthilata Şamê re hatiye îmzekirin sedemên paşxistina beşa duyemîn a berdana dîlgirtiyan aşkera kir û got ji sedemên herî girîng ew e ku desthilata Şamê red kir ku şervanên YPJ’ê û hin dîlgirtiyên din berde.

28 gulan, 2025   19:52
HELEB
MIHEMED EBDO-NESRÎN ŞÊXO

Di çarçoveya pêkanîna peyama navbera Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd-Eşrefiyê û desthilata Şamê de hatiye îmzekirin, diviyabû her du aliyan îro 285 dîlgirtiyên Meclisa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û 161 endamên girêdayî desthilata Şamê weke beşda duyemîn a pevguhertina dîlgirtiyan berdana.

Lê komîteya erkdar a pêkanîna bendên peymanê ragihand ku, ji ber redkirina desthilata Şamê ya berdana şervanên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) û binpêkirina bendên peymanê di serî de valakirina girtîgehan, pevguhertina beşa duyemîn a dîlgirtiyan hat paşxistin.

SEDEMÊN PAŞXISTINA PEVGUHERTINA DÎLGIRTIYAN

Ajansa me girêdayî mijarê bi hevseroka Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û yek ji kesên peymanê îmze kiriye Hêvîn Silêman re civiya. Hêvîn diyar kir ku piştî desthilata Şamê red kir ku dîlgirtiyên YPJ’ê berde pevguhertina beşa duyemîn hat paşxistin.

Her wiha Hêvîn got li gorî yek ji bendên peyman li ser hatiye îmzekirin, divê her du alî girtîgehên bi tevahî dîlgirtiyan vala bikin û ew jî aliyê amade ne ku tevahî tedîbrên guncaw ji bo wê yek bigirin.

SIBEROJA PEYMANÊ

Hêvîn diyar kir ku bi rêya redkirina dîlgirtiyên YPJ’ê û hin dîlgirtiyên din desthilata Şamê bendek peymanê bin pê kir û tu sedem nîn in ku desthilata Şamê li gorî bendên peymanê tev negere.

Hêvîn anî ziman ku sedema paşxistina nayê nîqaşkirin û divê desthilata Şamê girtîgehan vala bike, azadiya hemûyan di serî de ya şervanên YPJ’ê pêk bê.

Di dawiyê de Hêvîn pirsa li ser siberoja peymanê da û got peyman betal nebûye, dewam dike, lê rastî astengiyên ku desthilata Şamê çêdike tê.

BINPÊKIRINA BENDA VALAKIRINA GIRTÎGEHAN

Rêveberê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Qehreman Bekir ku yek ji endamên komîteya erkdar a pêkanîna peymanê ye destnîşan kir ku benda 12’an li ser valakirin (spîkirin) girtîgehan e.

Bekir girêdayî mijarê wiha got: "Piştî du rojan ji peymanê me beşa yekemîn a pevguhertinê pêk anî û li gorî hevkariyên di navbera her du aliyan de diviyabû beşa duyemîn jî pêk bihata. Lê desthilata Şamê bi redkirina teslîmkirina şervanên YPJ’ê pêvajo asteng kir."

‛EM AMADE BÛN TEVAHÎ DÎLGIRTIYAN TESMÎL BIKIN’

Qehreman Bekir aşkera kir ku li kêlek şervanên YPJ’ê yên dîlgirtî hin dîlgirtiyên din jî hene ku desthilata Şamê red kir, teslîm bike.

Qehreman Bekir got: "Desthilata Şamê bi vê yekê bendên peymanê bin pê dike û li gorî wê tev nagere. Lê me hazirtî kiribû ku tevahî dîlgirtiyan bê tu pirsgirêkan teslîm bikin û berdin. Lê di heman demê de em li ser valakirin û spîkirina girtîgehan bi israr in û gav bi paş de naavêjin."

(fr)

ANHA