Civîna DEM Partî û AKP’ê bi dawî bû

Civîna di navbera Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, Tulay Hatimogullari û rayedarên AKP’ê de nêzîkî du saet û nîvan dom kir.

Civîna DEM Partî û AKP’ê bi dawî bû
28 gulan, 2025   20:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Civîna ku di navbera Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (DEM Partiyê) Tulay Hatimogullari, Tuncer Bakirhan û rayedarên AKP’ê de ku li Meclisê hat kirin, bi dawî bû. Civîna ku Serokwekîlên Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît û Sezaî Temellî jî tevlî bûn de, nêzîkî du saet û nîvan dom kir.

Ji AKP’ê jî Serokwekîlê Giştî Efkan Ala, Serokwekîlên Komê, Berdevkê AKP’ê Omer Çelîk, Abdullah Guler û Ozlem Zengîn tevlî civînê bûn.

Piştî civînê Efkan Ala û Abdullah Guler daxuyanî dan. Guler ku destpêkê axivî wiha got: “Me parvekirinên gelek samîmî, ji dil û dostane kirin. Me danûstandina fikran kir. Li ser her mijarî me fikrên xwe parve kirin. Pêşniyarên wan hebûn. Nirxandinên me yên cuda hebûn.” Guler got ku ew li ser komîsyona ku tê plankirin li Meclisê were avakirin jî axivîn.

Paşê Efkan Ala jî der barê civînê de axivî û got; “Li ser pêvajoyê nirxandinek berfireh hat kirin. Pêvajo wekî ku hatiye pêşbînîkirin didome. Tu astengî, rawestanek tune ye. Ji bo gihiştina encamê divê her kesek tişta ji destê wan tê bikin.”