Zehmetiyên koçberên kampa Newrozê

Koçberên Efrîn-Şehba, Serêkaniyê û Girê Spî yên li kampa Newrozê ya bajarê Dêrikê rûbirûyî pêla sermayê, baran û berfê ne, wê jî zehmetî zêde kirin û metirsî hene ku kon bi ser wan de hilweşin.

Zehmetiyên koçberên kampa Newrozê
Zehmetiyên koçberên kampa Newrozê
Zehmetiyên koçberên kampa Newrozê
Zehmetiyên koçberên kampa Newrozê
Zehmetiyên koçberên kampa Newrozê
Zehmetiyên koçberên kampa Newrozê
Zehmetiyên koçberên kampa Newrozê
1 ÇILE, 2026   16:26
QAMIŞLO

Li gel pêla seqemê ya ji ber baran û berfê zehmetiyên koçberên Efrîn-Şehba, Serêkaniyê û Girê Spî yên li kampa Newroz a bajarê Dêrikê yê kantona Cizîrê zêde dibin û metirsî hene ku kon bi ser serê wan de hilweşin.

Ajansa me vê sibehê rewşa koçberên li kampê şopandin, ku koçber ji çend rojan ve rûbirûyî şert û mercên zehmet ên avhewayê ne.

Koçber zehmetiyên seqemê, ketina avê li nava konan, kombûna berê li ser konan dikişînin.

Tîmên awarte yên li kampê dixebitin, bi armanca sivikkirina zehmetiyên koçberan, rewşên koçberan dişopînin, xebatên peydakirina avê û wesîleyên germkirinê peyda dikin.

(fr)

ANHA