Zêdetirî 300 malbatên koçber gihîştin Dêrikê

Zêdetirî 300 malbatên koçber ên ji Reqa, Tebqa û taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê gihîştin bajarê Dêrik û kampa Newrozê.

Zêdetirî 300 malbatên koçber gihîştin Dêrikê
Zêdetirî 300 malbatên koçber gihîştin Dêrikê
Zêdetirî 300 malbatên koçber gihîştin Dêrikê
Zêdetirî 300 malbatên koçber gihîştin Dêrikê
Zêdetirî 300 malbatên koçber gihîştin Dêrikê
Zêdetirî 300 malbatên koçber gihîştin Dêrikê
Zêdetirî 300 malbatên koçber gihîştin Dêrikê
Zêdetirî 300 malbatên koçber gihîştin Dêrikê
19 ÇILE, 2026   19:54
QAMIŞLO

Ji destpêka êrişên çeteyên hikumeta demkî yên bi piştgiriya dewleta Tirk a dagirker li dijî taxên Şêxmeqsdû û Eşrefiyê û deverên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şênî rûbirûyî koçberiya bi darê zorê ne.

Ji duh ve zêdetirî 300 malbatên koçber ên ji Reqa, Tebqa û taxên Şêmxeqsûd û Eşrefiyê gihîştin bajarê Dêrikê yê kantona Cizîrê.

Hîna jî hejmar zêde dibe. Ew koçber li dibistan, mizgeftan û li kampa Newrozê hatin bicihkirin.

Koçber rûbirûyî rewşa mirovî ya dijwar in, lê saziyên xizmetguzariyê yên Rêveberiya Xweser li Dêrikê pêdiviyan peyda dikin û cihan bi cih dikin.

Koçber Silêman Ehmed ê ji Efrînê yê ku ji Tebqayê gihîştiye kampa Newrozê destnîşan kir ku rewşa koçberan pir zehmet e û ew 4 car e koçber dibin.

Ehmed bang li dewletên cîhanê û Kurdistaniyan kir ku rê li pêş qirkirina li dijî Kurdan bigirin.

(fr)

ANHA