Zêdetirî 3 hezar kes derbasî Girê Spî kirin

Dewleta Tirk a dagirker di Sibatê de berê zêdetirî 3 hezar penaberên Sûriyeyê da Girê Spî ya dagirkirî.

Zêdetirî 3 hezar kes derbasî Girê Spî kirin
2 adar, 2024   11:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Dewleta Tirk a dagirker li herêmên ku dagir kirine, polîtîkayên guhertina demografiyê didomîne.

Li gorî agahiyên ku çavkaniyên xwecih dane, dewleta dagirker di Sibata îsal de berê zêdetirî 3 hezar penaberên sûriyeyî yên li Tirkiyeyê, da herêma Girê Spî ya dagirkirî.

Çavkaniyan diyar kir ku dewleta Tirk beşeke penaberan radestî çeteyên "Polîsên Leşkerî" kir da ku wan li malên koçberan bi cih bikin.

Heman çavkaniyan destnîşan kir ku penaberên ji Tirkiyeyê hatine derxistin û berê wan dane Girê Spî, li deverên Hema, Heleb, gundewarê Şamê, Dêrazorê û deverên din ên Sûriyeyê ne.

Dewleta Tirk ji destpêka Nîsala 2022’yan ve berê zêdekirî 35 hezar penaberan daye Girê Spî.

(bb)

ANHA