Fîlmê ‘Stranên Keziya Sor’ sibê tê nîşandan

Fîlmê muzîkal ê bi navê Stranên Keziya Sor ku dîroka têkoşîna jinan a cîhanê vedibêje, sibê tê nîşandan.

Fîlmê ‘Stranên Keziya Sor’ sibê tê nîşandan
2 adar 2024   11:52
REQA

Fîlmê muzîkal ê bi navê ‘Stranên Keziya Sor’ ji aliyê Tevgera Çand û Hunera Jin a Hîlala Zêrîn ve bi hevkariya Tevgera Çand û Hunerê ya Mezopotamyayê, Saziya Çandê ya Pargîn û Hunergeha Welat ve hatiye çêkirin. Fîlm balê dikişîne ser dîroka têkoşîna jinan a cîhanê. Amadekariyên fîlm 7 mehan dewam kirin.

Fîlm sibê saet di 18.30’an de li navendên çand û hunerê yên li kantonên Reqa, Tebqa, Hesekê, Qamişlo û Kobanê tê pêşandan. Di heman demê de dê li ser înternetê were weşandin.

Kesayet û têkoşîna şehîd Sakîne Cansiz wek îlhama navê fîlmî hatiye hilbijartin. Dema fîlmê muzîkal 20 deqe ye û ji tevahî pêkhateyên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 200 jin di fîlm de cih digirin. Fîlm li Reqa û herêma Cizîrê hatiye kişandin.

(bb)

ANHA