Zêdetirî 250 hezar kes ji bajarê Xezayê koçber bûn

Ji ber zêdebûna êrişên Îsraîlê li ser bajêr Xezayê, di hefteyên dawî de, zêdetirî 250 hezar kes ji bajêr koçber bûne.

Zêdetirî 250 hezar kes ji bajarê Xezayê koçber bûn
13 îlon, 2025   15:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Îsraîlê roja Şemiyê ragihand ku di hefteyên dawî de, ji ber zêdebûna êrişên li ser bajêr, zêdetirî 250 hezar kes ji bajarê Xezayê ber bi deverên din ên herêmê ve koçber bûne.

Berdevkê artêşê Avichay Adraee bi rêya platforma X diyar kir: "Li gorî texmînên artêşê, ji 250 hezar kes zêdetir niştecihên bajarê Xezayê ji bo ewlehiya xwe ji bajêr derketine." Her wiha destnîşan kir ku tê texmînkirin nifûsa bajêr, tevî niştecih û kesên koçber, bi qasî milyonek kesî ye.

Di vê navberê de operasyonên leşkerî yên li ser bajêr dewam dikin, ku bûye sedema krîzeke mirovî ya xerab.

(k)