Lihevkirina sê alî ya ji bo dûrxistina Şamê ji Îranê û têkiliyên Tirkiyeyê û Îranê

Rojnameyên erebî nivîsîn ku Tirkiye piştî dît Şamê lawaz e dikare komên din jî têx şer da bajarê Hemayê kontrol bikin. Li gorî rojnameyan, dibe ku lihevhatineke rûsî-tirkî-amerîkî ji bo dûrxistina Şamê ji Îranê hebe. Her wiha hate gotin, têkiliyên Tirkiye û Îranê jî aloz in û dibe ku ev alozî bighêje hin qadên din.

Lihevkirina sê alî ya ji bo dûrxistina Şamê ji Îranê û têkiliyên Tirkiyeyê û Îranê
5 kanûn, 2024   11:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî  di rojevên xwe yên îro de li ser rewşa meydanî ya gundewarê Hemayê, sedem û encamên geşedanên dawîn li Sûriyeyê û pêwendiyên Tirkiye û Îranê, nivîsîn.

DIBE KU TIRKIYE ÇETEYÊN DIN TÊXE ŞERÊ HEMAYÊ

Rojnameya El Ereb diyar kir ku êrişên dijber ên hêzên hikûmeta Sûriyê li dijî hewldana ketina Hemayê, rûxandin û vekişîna hêzên hikûmetê nîşan dide.

Li gorî rojnameyê, ev êrîş mîna ezmûnekê ye ku karîna rastî ya hêzên hikûmeta Şamê bê naskirin, da ku  çeteyên Heyet Tehrîr El Şam li gorî wê rewşa xwe binirxîne û hate gotin "Ev jî Tirkan têvedide ku berê çeteyên bi navê “Artêşa Azad a Sûriyeyê” bide eniyên şer ku li kêleka hêzên Heyet Tehrîr El Şam şer bikin."

ˈREWŞA LI SÛRYEYÊ BI TEXMÎNAN TÊ ŞÎROVEKIRINˈ

Der barê heman mijarê de, rojnameya El Şerq El Ewset  destnîşan kir ku heta niha jî rewşa ku li Sûriyeyê teqiya, sedem û encamên wê bi "texmînan" tê şîrovekirin.

Rojnameyê diyar kir ku êrişa ji nişka ve ya komên çekdar a bi pêşengiya Heyet Tehrîr El Şam bû sedema guhertina nexşeya şerê navxweyî li Sûriyeyê.

Rojnameyê da zanîn ku, "dema êrişê jî balkêş bû, an ku du roj piştî ragihandina agirbestê li Lubnanê, di navbera Îsraîl û Hizbulah de pêk hat.Van geşedanan hişt ku rojname bipirse gelo ji bo dûrxistina Esed ji Îranê lihevhatineke Tirkiye-Amerîka-Rûsya heye yan na?."

ˈTÊKILIYÊN TIRKIYE Û ÎRANÊ ALOZ INˈ

Rojnameya Independent bal kişand ser têkiliyên Tirkiye û Îranê û diyar kir ku daxuyaniyên murşidê bilind ê Îranê Elî Ekber Wilayetî weke êrişeke tund a Tehranê ya li ser Enqereyê ne, ji ragihandina şer kêmtir e lê ji gazinan mezintir e.

Rojnameyê bal kişande ser wê yekê ku "Pêwendiyên Tirkiye û Îranê ne tenê di qada Sûriyeyê de aloz in, lê belê li tevahiya qada erebî jî, dikare bê gotin ku têkiliyeke dijminatî û hevrikiyê ye. Li vir em behsa du welatên ne ereb ên li ser axa Ereban dikin."

(k)