Zarokên nexweşiya talasîmiyayê li Qamişlo hewceyî xwînê ne

Heyva Sor a Kurd li bajarê Qamişlo bangewaziyek lezgîn ya dayîna xwînê ji bo zarokên ku nexweşiya talasemiyê bi wan re kir.

Zarokên nexweşiya talasîmiyayê li Qamişlo hewceyî xwînê ne
14 adar, 2026   17:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Heyva Sor a Kurd li bajarê Qamişlo ragihand ku ji bo zarokên bi nexweşiya talasemiyê, pêdivî bi dayîna xwînê ya ji hemû cûreyên xwînê heye.

Heyva Sor a Kurd eşkere kir ku kampanyaya xwebexş wê roja Yekşemê sibehê li Nexweşxaneya Heyva Sor a li Qamişlo were destpêkirin, her wiha ji niştecihan xwest ku beşdarî vê kampaniyaya mirovî bibin.

 (ac)

ANHA