26 karmendên tenduristiyê li Lubnanê hatine kuştin

Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê ragihand ku ji destpêka şerê li dijî Hizbullahê ve, beriya 13 rojan, di encama êrişên Îsraîlê yên li ser Lubnanê de, 26 karmendên tenduristiyê hatine kuştin û 51 endam jî birîndar bûne.

26 karmendên tenduristiyê li Lubnanê hatine kuştin
14 adar, 2026   17:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Tenduristiyê ya Libnanê eşkere kir ku ji dema şerê navbera Îsraîl û Hizbullahê de ku beriya 13 rojan dest pê kiriye, di êrişên hewayî yên Îsraîlê li ser Lubnanê de 26 karmendên tenduristiyê hatine kuştin û 51 kesên din jî birîndar bûne.

Wezaretê di daxuyaniyekê de got ku ji 2 Adarê hata roja me ya îro bi giştî heta niha 26 şehîd û 51 birîndar bûn. Her wiha di haman demê de daxuyaniyeke din hate weşandin û tê de hate diyarkirin ku 12 endamên Tenduristiyê li navenda Tenduristiyê di êrişeke Îsraîlê de li bajarokê Burc Qelawiyê hatin kuştin.

Berdevkê artêşa Îsraîlê Avichai Adraee, Hizbullah bi "bi berfirehî karanîna ambulansan ji bo armancên leşkerî" tawanbar kir û hişyarî da ku Îsraîl wê "li gorî qanûna navneteweyî li dijî her çalakiyek leşkerî" ya ku Hizbullah bi karanîna ambulansan pêk tîne, tevbigere.

(ac)

ANHA