Duşemê agirê Newrozê li Hesekê tê pêxistin

Agirê Newrozê yê îsal dê roja Duşemê saet di 19.00`an de li taxa Kelasê ya bajarê Hesekê were pêxistin.

Duşemê agirê Newrozê li Hesekê tê pêxistin
14 adar, 2026   16:31
HESEKÊ

Li gorî bernameya ku ji hêla komîteya çalakiyan ve hatiye amadekirin, pîrozbahiyên Newrozê dê roja Duşemê li bajarê Hesekê bi pêxistina agirê Newrozê li taxa Kelasê dest pê bikin.

Komîteyê destnîşan kir ku agirê Newrozê dê her roj li taxeke bajêr were pêxistin:

Duşemê: Taxa Kelasê li çerxerêya Cûdî.

Sêşemê: Tel Hecer - Nasra, di hundurê Parka Agirî Botan de.

Çarşemê: Taxa Mişêrfa, li ber Dibistana Ibn Ruşd.

(k)