Zarokên Serêkaniyê dixwazin vegerin bajarê xwe

Zarokên koçber ên ji Serêkaniyê li stargehên li Amûdê di şert û mercên mirovî yên dijwar de dijîn. Zarok bi malbatên xwe re di dibistanên ku bûne stargeh de dijîn, lê daxwaza wan a sereke vegera malên xwe ye.

Zarokên Serêkaniyê dixwazin vegerin bajarê xwe
Zarokên Serêkaniyê dixwazin vegerin bajarê xwe
Zarokên Serêkaniyê dixwazin vegerin bajarê xwe
Zarokên Serêkaniyê dixwazin vegerin bajarê xwe
Zarokên Serêkaniyê dixwazin vegerin bajarê xwe
Zarokên Serêkaniyê dixwazin vegerin bajarê xwe
Zarokên Serêkaniyê dixwazin vegerin bajarê xwe
Zarokên Serêkaniyê dixwazin vegerin bajarê xwe
6 sibat, 2026   07:40
AMÛDÊ
SÎMAV MEHMÛD

Koçberên ji Serêkaniyê li stargehên bajarê li Amûdê di şert û mercên mirovî yên dijwar de dijîn. Koçber di dibistanên ku bûne stargeh de dijîn, lê pêdiviyên bingehîn ên jiyanê di wan stargean de tune ne. Ên ku herî zêde ji van rewşan êşê dikşînin zarok in.

Zarok êş û derdê kêmbûna xizmetên bingehîn, wekî perwerde û lênihêrîna tenduristiyê, dikişînin, her wiha şert û mercên dijwar ên koçberiyê bendorên derûnî li wan kiriye.

Tevî vê rewşa dijwar, daxwaz û hêviya zarokan her ew e ku vegerin mlên xwe yên li Serkaniyê.

Malbatên koçber bang li aliyên peywendîdar û rêxistinên mirovî kirin ku şert û mercên jiyana wan baştir bikin û ji bo vegera ewle û bi rûmet bo bajarê xwe bixebitin, da ku mafên zarokan û siberoja wan biparêzin.

(k)