Şoreşa Rojava weke sembola azadîxwazan wê her hebe -Rojda DÊRİK

Şoreşa Rojava weke sembola azadîxwazan wê her hebe -Rojda DÊRİK
5 sibat, 2026   21:08

Şoreşa Rojava  her dem jiyana xweşik û bedew afirand. Şoreşgerên jin ên mohra xwe li şoreşê dan her ketin nava hewldana ku ezmûnên xwe bidin jinên pêkhatiyên din jî. Lewma jî pêwîst bû ku berhema şoreşa xwe biparêzin û bikin malê hemû jinan. Jinên Kurd berxwedanî kirin, serî ji tundî û zordariya hêzên çete û tundrew ên dewleta Tirk, HTŞ’ê û DAÎŞ’ê re netewandin, ala berxwedanê bilind kirin. Her kesî dît bê çawa şervan û fermandarên YPJ’ê li ber xwe dan, bi qehremanî şer kirin.

Jinên dilêr ên weke Denîz, Rojbîn, Feraşîn, Gerîla û Sîdar Efrîn bi berxwedana li hemberî çeteyan destanên dîrokî nivîsandin. Di serî de bi hurmet û minetdarî bejna xwe li hemberî mezinahî û pîroziya wan qehremanan ditewînim. Soza xwe ji wan re nû dikim. Em ê şehîdên xwe di jiyanê de mayînde bikin. Em soz didin, hedef û armancên wan pêk bînin û şopdarên wan bin. Ew qehreman û dilêr her dem wê ji bo me pêşeng û serkêş bin, wê her hebin û taca serê me bin.

Êrîşên herî dawiyê li ser gelê Kurd ê li Rojava hatin meşandin, pir dijwar bûn. Lê berxwedana gelê Kurd ji wan êrîşan xurttir bû. Xwedîderketina gelê Kurd a li her devera Kurdistanê û li dîasporayê jî gelekî bi hêz bû. Berxwedana jinên Kurd, bû sekna jinên têkoşer. Wan jinên serhildêr nîşan dan ku wê qet neheqî û zilmê qebûl nekin.

Hemû jinên azadîxwaz jî li têkoşîna jinên Kurd xwedî derketin û wan jî hêz dan jinên têkoşer ên YPJ’ê. Jinan serî li hemberî hêzên çete û tundrew rakirin, êrîşkariya wan kujerên kastîk rûreş kirin. Hemû mirovên xwedî wijdan û nexasim jinan dan xuyakirin ku wê ti kes nikaribe Şoreşa Rojava têk bibe. Ev şoreşa bi keda Rêbertî û xwîna şehîdan ava bû wê timî weke sembola jiyana azad û wekhev a di pêşengiya jinan de li ser piyan be û her biçe wê bêhtir mezin bibe.

Em weke jin xwedî li deskeftiyên xwe derketin. Parastina xak, gel û destkeftiyên xwe cihê rûmetê ye. Hemû dayik, jin û ciwanên Kurd berxwedana rûmetê ya li Rojava destek kirin. Sekna “Em ê xwedî li hev derkevin” nîşanî cîhanê dan. Bi serhildanên li çar parçeyên Kurdistanê yekîtiya Kurdan pêş ket. Bi pêşengtiya jinan gelê Kurd li hemberî êrîşên hovane xwe parast û ew mecbûr kirin ku werin hevdîtin û çareseriyê. Dibe ku li gorî ya tê xwestin hê çareserî çênebûbe, lê ya girîng ew e diyalog hebe û pêşiya komkujiyan bê girtin.

Ez helwesta gelê Kurd a li Bakur, Başûr û Rojhilat silav dikim. Gelekî bi qîmet dibînim. Divê timî  yekîtiya me xurt be û em li hevdu xwedî derkevin. Roj roja me jinan û Kurdan e. Em ê bi serbilindî hevdu biparêzin û têkoşîna xwe bi serkeftinê tacîdar bikin. Pêwîst e em têkoşîna Rêber Apo ya 53 salan pir baş bibînin û binirxînin. Ez têkoşîna Rêber Apo jî ji dil û can silav dikim û dibêjim her bijî Rêber û pêşengê mirovahiyê.