DYA û Rûsya li ser jinûve diyaloga leşkerî li hev kir

DYA'ê ragihand ku wan bi Rûsyayê re li ser jinûve destpêkirina diyaloga leşkerî li hev kiriye. Ev gav bi pêşxistina aramiya navneteweyî û kêmkirina metirsiyên rageşiyê hat binavkirin.

DYA û Rûsya li ser jinûve diyaloga leşkerî li hev kir
5 sibat, 2026   21:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) îro ragihand ku bi Rûsyayê re li hev kiriye ku diyalogeke leşkerî ya payebilind ji nû ve bidin destpêkirin. Ev yek jî piştî dema peymana dawî ya qedexekirina bikaranîna çekên nukleerî yên her du welatan bi dawî bû, pêk hat.

Fermandariya Ewropayê ya DYA'yê di daxuyaniyekê de got ku parastina diyalogê di navbera artêşan de, ji bo aramî û aştiya cîhanê faktorek girîng e, rêbaza zêdekirina şefafiyet û kêmkirina rageşiyê peyda dike.

Fermandariyê da zanîn ku lihevkirina li ser jinûve destpêkirina diyaloga leşkerî piştî encamên baş di danûstandinên aştiyê yên Ukraynayê de li Ebû Debî hatin bidestxistin, pêk tê. Di danûstandinê de nûnerê taybet ê Trump Steve Wittkopf û zavayê wî Jared Kushner amade bûn.

(ac/fr)

ANHA