Zarokek ji avahiyekê ket û jiyana xwe ji dest da

Mistefa Zuhêr Biro yê 15 salî li Dirbêsiyê dema ku dixebitî, ji avahiyekê de ket xwarê û jiyana xwe ji dest da.

Zarokek ji avahiyekê ket û jiyana xwe ji dest da
11 gulan, 2026   14:45
HSESKÊ

Mistefa Zuhêr Biro yê 15 salî îro dema ku li bajarê Dirbêsiyê li avahiyekê dixebitî, ji avahiyê ket û jiyana xwe ji dest da.

Li gorî agahiyan, zarok dema ku li ser avahiyê dixebitî ji qata 4’an ket xwarê û di encamê de ji serê xwe bi giranî birîndar bû. Ji bo dermankirinê ew birin Nexweşxaneya Şehîd Xebat Ferhan, lê nehat xelaskirin.

(k)