Zarokê birîndar ji bin konê sersaxiyê peyamek da dijmin

Ehmed Şahîn ê 11 salî ku di êrişa dewleta Tirk a dagirker li dijî Dêrikê de birîndar bibû, di merasîma sersaxiyê ya şehîd Şiblî Şiblî ku di heman êrişê de şehîd bibû, axivî û peyama tolhildanê da.

Zarokê birîndar ji bin konê sersaxiyê peyamek da dijmin
31 cotmeh, 2023   15:31
QAMIŞLO

Dewleta Tirk a dagirker 27`ê Cotmehê maleke li taxa Azadî ya bajarê Dêrikê hedef girt. Di êrişê de yek ji fermandarên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Şiblî Şiblî şehîd bû û zarokê bi navê Ehmed Şahîn tevî jinekê birîndar bûn.

Ehmed Şahîn ê 11 salî tevî ku birînên wî rihet nebûne jî, duh beşdarî merasîma oxirkirina şehîd Şiblî bû, îro jî beşdarî merasîma sersaxiyê bû.

Ne tenê birînên laşê wî, birînên dilê wî yên ji ber şehadeta fermandar Şiblî Şiblî jî rihet nebibûn. Ehmed di merasîma sersaxiyê de wiha axivî: “Dema ku êriş çêbû ez û hevalê xwe dileystin. Di êrişê de heval Şiblî şehîd bû, ez jî birîndar bûm.”

Zarokê birîndar ji bin konê sersaxî ev peyam da dijminan: “Ey dijmin, êrişên we me natirsînin, em ê mezin bibin, tola şehîdên xwe rakin û heqê wan ji we bistînin.”

(c)

ANHA