Li Til Temirê 69 şehîd hatin bibîranîn

Meclisa Malbatên Şehîdan a Til Temirê 69 şehîdên di dem û cihên cuda de şehîd bûne bi bîr anîn û got ew ê rêça şehîdan heta avakirina welatekî azad bişopînin.

Li Til Temirê 69 şehîd hatin bibîranîn
Li Til Temirê 69 şehîd hatin bibîranîn
Li Til Temirê 69 şehîd hatin bibîranîn
Li Til Temirê 69 şehîd hatin bibîranîn
31 cotmeh, 2023   15:23
HESEKÊ

Meclisa Malbatên Şehîdan a Til Temirê 69 şehîdên QSD′ê, YPJ, YPG, Hêzên Ewlekariya Hundirîn û HPG′ê yên di mehên Tîrmeh, Tebax, Îlon û Cotmehê de ku di dem û cihên cuda de şehîd bibûn, bi bîr anîn.

Merasîma bîranînê li navenda meclisê ya navçeyê hat lidarxistin, tê de hevserokê Meclisa Navçeya Til Temirê Mihemed Seîd El Ehmed axivî. El Ehmed got: "Em îro 69 şehîdên gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi bîr tînin. Ew fîzîkî ji me dûr in, lê ruhê wan ê pîroz her bi me re ye."

El Ehmed wiha domand: "Meha Cotmehê ji bo gelên Rojhilata Navîn meke bi êş e. Di vê mehê de li dijî fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan komployeke qirêj pêk hat."

Yek ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê Xabûr Akad jî wiha axviî: "Em îro 69 şehîdan bi bîr tînin û soz didin ku em wan ji bîr nakin. Em ê heta rizgarkirina tevahî herêmê ji terorê li ser şopa wan bin."

Akad wiha domand: "Şehîdan me bi fedakariyên nîşan dane çeteyên DAIŞ′ê têk birin. Îro jî em li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ku hewl didin herêmên me dagir bikin, disekinin."

Di dawiyê de endama rêveberiya Meclisa Şehîdên Xabûrê Cemîle Kako ji bo sekna li hember dijmin û êrişan banga yekitiyê kir û got: "Em pêkhateya Asur diyar dikin ku bi tevahî pêkhateyên din re ne, em ê edalet û wekheviyê ji tevahî gelan re pêk bînin û welatekî ku tê de nirxên biratiyê serwer in, ava bikin."

(fr/c)

ANHA