Li Girkê Legê 88 şehîd hatin bibîranîn

Xelkê bajarê Girkê Legê û bajarokê Rimêlanê yên kantona Cizîrê 88 şehîdên di salên cuda û mehên Hezîran, Tîrmeh û Tebaxê şehîd bûbûn de, bi bîr anîn.

Li Girkê Legê 88 şehîd hatin bibîranîn
Li Girkê Legê 88 şehîd hatin bibîranîn
Li Girkê Legê 88 şehîd hatin bibîranîn
Li Girkê Legê 88 şehîd hatin bibîranîn
Li Girkê Legê 88 şehîd hatin bibîranîn
Li Girkê Legê 88 şehîd hatin bibîranîn
Li Girkê Legê 88 şehîd hatin bibîranîn
Li Girkê Legê 88 şehîd hatin bibîranîn
Li Girkê Legê 88 şehîd hatin bibîranîn
Li Girkê Legê 88 şehîd hatin bibîranîn
27 tebax, 2025   13:28
QAMIŞLO

Li Navenda Aram Tîgran a Çand û Hunerê ya bajarokê Rimêlanê yê girêdayî Girkê Legê yê kantona Cîzrê merasîma bibîranînê ya 88 şehîdên di sal û mehên Hezîran, Tîrmeh û Tebaxê şehîd bûbûn de, hat lidarxistin.

 Di merasîmê de malbatên şehîdan, şênî, endamên Meclisa Malbatên Şehîdan û nûnerên saziyên sivîl amade bûn.

Piştî deqeya rêzgirtinê, li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan Nûdem Hesen axivî û sersaxî da malbatên şehîdan û got ew bi nirx û rêça şehîdan ve girêdayî ne.

Nûdem anî ziman ku "Em şehîdên xwe yên ku di oxira welat û gelê xwe de canê xwe feda kir de ji bîr nakin û ew meşaleyên azadiyê ne. Bi saya fedakariyên wan destkeftî ji bo gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin bidestxistin."

Dûre dayikên şehîdan li pêş wêneyên 88 şehîdan mûm pêxistin û kulîlk danîn kêlek wêneyan. Piştî wê sînevîzyonek ku tê de wêneyên şehîdan heye, hat pêşkêşkirin.

Merasîm bi xwendina wesîqeyên şehîdan, diruşmên "Şehîd namirin" û"Bijî Serok Apo" bi dawî bû.

(fr)

ANHA