Zanîngeha Virtual a Sûriyeyê deriyê tomarkirinê vekir

Zanîngeha Virtual (Dîjîtal) a Sûriyeyê qeydkirina elektronîkî ya dersên payîza 2025'an (F25) ji bo xwendekarên buceya wan qediyaye yan qut bûne dest pê kir. Vebijarkên cuda ji bo dayîna pereyan li Sûriyê û derveyî wê jî hene.

Zanîngeha Virtual a Sûriyeyê deriyê tomarkirinê vekir
25 gulan, 2026   16:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Zanîngeha Virtual (Dîjîtal) a Sûriyeyê îro, (duşem) ragihand ku qeydkirina elektronîkî ya serbixwe ji bo dersên demsala payîza 2025'an (F25) dest pê kiriye. Ev qeydkirin ji bo xwendekarên ku di bernameyên lîsansa Maf û Ragihandinê de buceya wan qediyaye yan jî qut bûne û her wiha ji bo dîplomaya perwerdehiyê û bernameyên masterê ye, bêyî ku hewce bike serdana navendên qeydkirinê bikin.

Zanîngehê diyar kir ku tomarkirin heta roja sêşemê (2 Hezîran 2026) e.

Zanîngehê destnîşan kir ku xwendekarên li hundirê Sûriyeyê û yên derveyî wê dikarin bi rêya bernameya "Şam Kaş" an jî bi rêya Saziya Giştî ya Postexaneyê li tevahî parêzgehên Sûriyeyê pereyên tomarkirinê bidin an jî bi rêya Banka Bazirganî ya Sûriyeyê.

Di heman demê de zanîngehê da zanîn ku xwendekarên li derveyî Sûriyeyê yan jî ne-Sûriyeyî dikarin rasterast bi euro yan jî dolar bi rêya Banka Bazirganî ya Sûriyeyê yan jî Şîrketa Fûad pereyên qeydekirinê bidin. Ji roja duşemê heta pêncşemê 4ˊê Hezîrana 2026ˊan.

Zanîngeha Virtual a Sûriyeyê zanîngeheke hikumetê ye di 2002ˊyan de hat damezrandin. Di zanîngehê de gelek biranş, endazyariya komputerê, ragihandin, teknîk, peywendî, hiqûq, aborî, zanista îdarî hene.

(fr)