Xelkê bajarokekî Helebê bang kir: Beriya cejnê dorpêçê rakin

Xelkê bajarokê Terhîn ê Helebê bang li hikumeta demkî ya Sûriyeyê kir ku beriya Cejna Qurbanê dorpêça li ser herêmê rakin.

Xelkê bajarokekî Helebê bang kir: Beriya cejnê dorpêçê rakin
25 gulan, 2026   16:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Xelkê bajarokê Terhîn û deverên wê yên rojhilatê Helebê bang li aliyên eleqedar ên girêdayî hikumeta demkî ya Sûriyeyê kir ku bilez destwerdanê bikin, dorpêça li ser herêmê, hemwextî nêzîkbûna Cejna Qurbanê û hêrsa gel ji rewşê, rakin.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) diyar kir ku endamên girêdayî Şîrketa Petrolê ya Sûriyeyê, ji ber sedemên nediyar, dorpêçek li ser herêmê ferz kiriye û tedbîrên tund li ser bendên kontrolê digirin, erebeyan û malbatên diçin û tên kontrol dikin.

Şêniyan destnîşan kir ku qeydên hatine ferzkirin bandoreke rasterast li tevgera wan kiriye, di çûn û hatinê de zehmetiyan dikişînin û ji bo dabînkirina pêdiviyên cejnê hejmarek ji şêniyan hatin astengkirin û qedexekirin.

Ev dorpêç, piştî ku duh (yekşem) xwediyên rafîneriyên petrolê li dijî kiryarên rakirina wan rafirîneriyan derketin û hejmarek kes ji xwepêşandêran û endamên Ewlekariya Hundirîn birîndar bûn, pêk hat.

(fr)