Şandeyek Îranê li Dohayê ye

Çavkaniyekî ji AFPˊê re aşkera kir ku şandeyek payebilind a Îranê, di çarçoveya danûstandinên bidawîkirina şer û rizgarkirina pereyên cemidî yên Îranê de, li Qeterê ye.

Şandeyek Îranê li Dohayê ye
25 gulan, 2026   16:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî AFPˊê ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyekî, di çarçoveya danûstandinên têkildarî bidawîkirina şer li Rojhilata Navîn, rizgarkirina pereyên Îranê yên cemidî yên di bankên rojavayiyan de, mijara Tengava Hurmuzê û uranyuma pir dewlemendkirî de Şandeyeke payebilind a Îranê gihîşt paytexta Qeterê Dohayê. 

Çavkanî da zanîn ku şande ji serokê Parlamentoya Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf, wezîrê derve Ebas Eraqçî û pankerê Banka Navendî û hin berpirsên din pêk tê.

(fr)