Zanîngeha Rojava serlêdanên ji bo bernameya master a `Qanûna berpirsyariyê` vekir

Zanîngeha Rojava ji xwendekarên ji Fakultaya Parêzeriyê derçûn re serlêdanên ji bo bernameya master a “qanûna berpirsyariyê” vekir. Ji bo ku xwendekar an jî parêzer bikarin navên xwe qeyd bikin, hefteya duyemîn a Îlonê diyar kir.

Zanîngeha Rojava serlêdanên ji bo bernameya master a `Qanûna berpirsyariyê` vekir
3 îlon, 2025   22:00
QAMIŞLO

Zanîngeha Rojava ji bo xwendekarên ji Fakulteya Parêzeriyê derçûne, serlêdanên ji bo bernameya master a “qanûna berpirsyariyê” vekir. 

Li gorî daxuyaniya ku zanîngehê daye, tomarkirin 8`ê Îlonê heta 16`ê Îlonê ye. Xwendekar dikarin li Peymangeha Zanistên Civakî û Mirovî ya girêdayî Zanîngeha Rojava ya li taxa Hîlaliye navên xwe tomar bikin.

Her wiha zanîngehê di daxuyaniyê de roja testa dawîn jî 12`ê Cotmeha 2025`an diyar kir û aşkera kir ku testa devkî jî dê dûre diyar bike.

Li gorî daxuyaniyê belgeyên pêwîst ev in:

Belgeya tombarkirinê

Kopiyeke mohrkirî ya bawenameya zanîngehê

Kopiyeke nasnameya kesayetî

2 wêneyên kesayetî.

Zanîngehê di daxuyaniyê de lêveger û jêderên ku dê xwendekar jê bixwînin diyar kirin ku ev in:

Qanûna Cezayê ya navneteweyî ya sala 2017`an a dr.Nûredîn Xazim- profesor û dr.Emel Yazcî ya Zanîngeha Şamê.

Berpirsyariya îdarî ya qanûna îdarî ya 3 ya sala 2018`an a dr.Necmedîn El Ehmed, zanîngeha online ya Sûriyeyê.

Berpirsyariya cezayî ya qanûna cezayan a 2018`an a profesor û dr.Ebûd El Serac ê zanîngeha online ya Sûriyeyê.

Berpirsyariya sivîl a qanûna sivîl a 2 a dr.Fewaz Salih a zanîngeha online ya Sûriyeyê.

(şx)

ANHA