Bedran Çiya Kurd, Ebdulselam Ehmed û balyoza fînlendî li hev civiyan

Balyoza fînlendî Anne Meskanen a Lubnanê û cîgirê hevserokatiya Meclisa Rêveber Kar û Barên Derve ya Rêveberiya Xweser Bedran Çiya Kurd û nûnerê Rêveberiya Xweser ê Lubnanê Abdulselam Ehmed, hevdîtinek pêk anî.

Bedran Çiya Kurd, Ebdulselam Ehmed û balyoza fînlendî li hev civiyan
3 îlon, 2025   22:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Balyozxaneya Fînlendayê li ser malpera xwe ya fermî eşkere kir ku balyoza fînlendî Anne Meskanen duh bi cîgirê hevserokatiya Meclisa Rêveber a Kar û barên Derve ya Rêveberiya Xweser Bedran Çiya Kurd û nûnerê Rêveberiya Xweser ê Lubnanê Ebdulselam Ehmed re civiyan.

Di civînê de aliyan rewaşa Sûriyeyê, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, xurtkirina peywendiya dîplomatîk di navbera Rêveberiya Xweser û aliyên navneteweyî de, gotûbêj kirin.

Aliyan, teqezî bi girîngiya berdewamkirina diyalogê û hevkariyê têkildarî dozên xwedî girîngiyeke hevbeş, kirin.

(şx)