Zanîngeha Kobaniyê bûyera kuştina Rojîn Kabaiş şermezar kir

Bi sedan xwendekarên Zanîngeha Kobaniyê bi daxuyaniyekê bûyera kuştina Rojîn Kabaiş ku cenazeyê wê 18 rojan piştî windabûna wê hate dîtin, bi bîr anî.

Zanîngeha Kobaniyê bûyera kuştina Rojîn Kabaiş şermezar kir
28 cotmeh, 2025   13:37
KOBANÊ

Rojîn Kabaiş keçeke Kurd a ji Bakurê Kurdistanê bû. Li Zanîngeha Yuzuncu Yul a li Wanê xwendekara sala yekem bû û di 27’ê Îlonê winda bûbû û piştî 18 rojan cenazeyê wê li Gola Wanê hatibû dîtin.

Der barê bûyerê de Meclisa Xwendekarên Zanîngeha Kobaniyê daxuyanî da. Daxuyanî ji aliyê xwendekara zanîngehê Hindirîn Hec Mehmûd ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hat gotin: "Em wek xwendekarên Zanîngeha Kobaniyê, bi xemgînî bûyera Rojîn Kabaiş bi bîr tînin û em ji wê kiryarê pir dilgiran in. Em wek xwendekarên Zanîngeha Kobaniyê vê binpêkirinê red dikin û daxwaza adaleta ji bo Rojîn Kabaniş û tevahiya binpêkirinên li dijî xwendekaran û jinan dikin.”

Meclisa Xwendekarên Zanîngeha Kobaniyê bang li sazî, hiqûqnas û meclisên xwedekaran kir ku li hember vê yekê bisekinin.

(sş/k)

ANHA