Li Hollandayê Komxebata pirsgirêkên saziyên ragihandinê  hatin nîqakirin

Nûnerên saziyên ragihandinê yên Ewropayê li Hollandayê ji bo  pirsgirêkên saziyên ragihandinê û vîzyonên wan ên pêşerojê nîqaşkirin di komxebatekê de hatin ba hev.

Li Hollandayê Komxebata pirsgirêkên saziyên ragihandinê  hatin nîqakirin
28 cotmeh, 2025   13:25
NAVENDA NÛÇEYAN 

Rojnamevanên mîna Fuat Kav, Hêlîn Cûdî, Amed Dîcle, Devrîm Arslan, Cahît Merwan, Fauk Sakik, Reşat Sorgul ên ji televîzyonên navendî yên Ewropa, rojname, ajans û saziyên medyaya dîjîtal tevlî komxebatê bûn 

Komxebat di 25-26’ê Cotmehê hate lidarxistin. Hevseroka KCDK-E’yê Zubeyde Zumrut û nûnerên ji saziyên cuda beşdarî komxebatê bûn û nêrîn, nirxandin û rexneyên xwe pêşkêş kirin.

Di vekirina komxebata 2 rojî de, peyama Rêber Apo ya ji bo merasîmên Xelata Rojnamevaniyê ya Şehîdên Çapemeniya Azad û 32’yemîn Çapemeniya Mûsa Anter hate xwendin. Piştre rojnamevan û nivîskar Ferda Çetîn axaftina vekirinê ya komxebatê kir.

Armanca komxebatê ew e ku piştî banga Rêber Apo ya 27’ê Sibatê ya Aştî û Civaka Demokratîk ji bo ku çapemenî mîsyon, rêbaz, rêxistinbûn û zimanê xwe binirxîne, rexne bike û jinûve ava bike pêvajoyeke nîqaşê ya berfireh bide destpêkirin. Di roja yekem a komxebatê de têkildarî pirsgirêk û rewşa çapemeniya nivîskî û dîtbarî du semîner hatin dayîn. Di komxebatê de pirsgirêk û jinûve avakirina saziyên ku li her du qadan xebatê dimeşînin, hate nirxandin û roja ewilî bi nîqaşên li ser van her du mijaran bi dawî bû.

Roja duyem a komxebatê bi semînera “Di medyaya me de hebûna jinê, têkoşîna me û tiştên divê bên kirin” destpê kir. Li pey vê semînerek din jî hate pêşkêşkirin ku encamên anketa saziyên çapemeniyê, parve kir. Beşdaran encamên anketê nirxand û gotin, divê xebatên wiha bên berfirehkirin û ji bo avakirina saziyên çapemeniyê berhemên hîn baştir bên pêşkêşkirin.

Di komxebatê de piştî semînerên li ser Medyaya Dîjîtal û Weşangeriya Dîjîtal, xebatkaran qasî 3 rûniştinan li ser avakirina nû, pirsgirêkên Çapemeniya Azad û rêyên çareseriyê nêrîn û pêşniyarên xwe parve kirin.

Tê payîn ku encamnameya komxebatê, di rojên pêş de were parvekirin.