Hêzên Şamê bi dijwarî gundewarê Ceblê topbaran kir

Bi bejahî û bejayî gundewarê Ceblê ji hêla hêzên desthilata Şamê ve hat topbarankirin.

Hêzên Şamê bi dijwarî gundewarê Ceblê topbaran kir
6 adar, 2025   20:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku hêzên desthilata Şamê bi helîkopteran Beyt Ana ji aliyê Merînê ve yê li gundewarê Ceblê hedef girt. Hemwextî wê jî gundê Diwêr Beibede bi dijwarî hat topbarankirin.

Li gorî xelkê herêmê, dengê teqînên xurt hat bihîstin û herêm hejand. Lê heta niha tu agahiyên palpişt ên der barê windahî û ziraran de bi dest neketine. Lê li gorî agahiyên destpêkê kuştî û birîndarên sivîl hene.

Ev rageşî digel pevçûnên zêde li herêmê de pêk tên. Ew jî metirsiyan çêdike ku êrişên leşkerî di saetên pêş de zêde bibin.

Li gorî SOHR’ê li navçeya Daliye yê gundewarê Ceblê û gundê Ana yê girêdayî wê, "Hêzên Ewlehiya Hundirîn" ên girêdayî desthilata Şamê hemleyeke ewlehî daye destpêkirin. Hemwextî wê jî topbaranên dijwar di navbera hêzên ewlehî û komên çekdar ên xwecihî de didomn.

Di heman demê de karwanên leşkerî yên hêzên desthilata Şamê ku ji 20 alavan pêk tê, derbasî herêmê bûn.

Li gorî çavkaniyên ji SOHR’ê re aşkera kiriye, xelkê herêmê, bêyî ku destûra lêgerîn û keşfkirinê ya fermî hebe, red kir ku kesekî teslîm bike. Di encmê de alozî di navbera xelkê herêmê û endamên ewlehiyê de çêbû û ji bo ew kombûn were belavkirin û gule bi hewa de hatin avêtin.

(fr)