YRD: Hevrê Gulistan û Hêro bûne dengê heqîqetê

Koordînasyona YRD’ê diyar kir ku kedkarên çapemeniya azad bi êrîşeke nemerdane hatin qetilkirin û got: “Bê guman hevrê Gulistan û Hêro yên ku dengê heqîqetê bûn, gelê Kurd û jin ronî kirin û perwerde kirin, wê ji bo me bibin ronahiya ku qet navemire.”

YRD: Hevrê Gulistan û Hêro bûne dengê heqîqetê
24 tebax 2024   10:17
  NAVENDA NÛÇEYAN 

Koordînasyona Yekîtiya Ragihandina Demokratîk (YRD) têkildarî êrîşa dewleta Tirk a dagirker a li Silêmaniyê li hemberî rojnamevanan pêk anî, daxuyaniyek nivîskî da.

Di daxuyaniya YRD’ê de ev tişt hatin diyarkirin:

“Dewleta Tirk a qirker di polîtîkaya qirkirinê ya 100 sal in li hemberî gelê Kurd dimeşîne de bi ser neketiye, lewma dîn bûye. Dewleta Tirk bi piştgiriya hikûmeta Iraq û şebekeya xiyanetê Barzaniyan, êrîşên xwe yên qirkirinê zêdetir kiriye. Ji bo bigihije vê armanca xwe, hewl dide hemû Kurdên têkoşîna azadî û hebûnê dimeşînin li her devera Kurdistanê qetil bike.”

Li ser vê bingehê Barzaniyan jî xiyaneta li hemberî gelê Kurd, kiriye şertê xwe yê hebûnê û bi ajantiya Barzaniyan hevrêyên me kedkarên çapemeniya azad Gulistan Tara û Hêro Behadîn, bi êrîşeke nemerdane hatin qetilkirin. Em her du hevrêyên xwe yên şehîd bi hezkirin, rêzdarî û minetdariyeke bêdawî bi bîr tînin; bila serê malbatên me yên welatparêz, gelê me, hemû jinan û her kesê ji bo azadiyê têdikoşe sax be, di şexsê hevrê Rêbîn Bekir de ji bo birîndaran şifayê dixwazin.

“Em pir baş dizanin dewleta Tirk a qirker û şebekeya xiyanetê Barzanî ji ber ku ji heqîqetê ditirsin, lewma ev êrîş pêk anîn. Em bi eşkere ji wan re dibêjin ku hîn jî bitirsin! Ji ber ku êrîşên we yên nemerdane, qet em kedkarên çapemeniya azad netirsandine. Berevajî, biryardariya me ya têkoşînê, hêrsa me û xwesteka me ya tolhildanê jî mezintir kir. Lewma em dibêjin ku hûn nikarin xwe ji têkçûnê rizgar bikin!

Bê guman hevrê Gulistan û Hêro yên ku dengê heqîqetê bûn, gelê Kurd û jin ronî kirin û perwerde kirin, wê ji bo me bibin ronahiya ku qet navemire. Ala ku ji Mazluman, Gurbeteliyan û Selçukan dewr girtîn timî bilind kirine û jiyana xwe fedayê azadiya gelê Kurd kirine. Mîna hevrê Alî Roj, Denîz Firat û Nujiyan Erhan dema li ser wezîfeya xwe, şehîd bûn.

Em kedkarên çapemeniya azad di ronahiya hevrê Gulistan û Hêro de dijîn û dixebitin, em ê têkoşîna van şehîdên xwe yên leheng mezintir bikin.

Em ê dijminahiya dewleta Tirk a qirker a li hemberî nirxên gelê Kurd û mirovahiyê, ji vir û şûnde jî hîn xurttir deşîfre bikin.

Ji bo ku gelê Kurd azad nebin, dijminê gelê Kurd Barzaniyan mîna tora xayînan ji bo her cure xirabiyê li dijî gelê Kurdistanê, jinan û hemû mirovahiyê bike, wezîfedar kiriye.

Bi vî rengî weke kedkarên çapemeniya azad em ê astengiyên li pêşiya hebûn û azadiya Kurdan ji holê rakin û em ê jiyana azad û wekhev a ku armanca şehîdên me bû, teqez pêk bînin.

Li ser vê esasê em hevrê Gulistan Tara û Hêro Bahadîn careke din bi hezkirin, rêzdarî û minetdarî bibîr tînin û soza xwe dubare dikin ku em ê bîranînên wan zindî bihêlin û armancên wan bi pratîk bikin û di her kêliya jiyana xwe de bi serketinê tacîdar bikin.”