PJAK: Dewleta Tirk a dagirker û PDK dijminên çapemeniya azad in

Koordînasyona Çapemeniyê ya PJAK’ê diyar kir ku dewleta Tirk û PDK dijminê çapemeniya azad in û got: “Divê her kes xwedî li rêya şehîd Gulistan Tara û Hêro Behadînê derkevin û xebata şehîdên çapemeniyê bidomînin.”

PJAK: Dewleta Tirk a dagirker û PDK dijminên çapemeniya azad in
24 tebax 2024   10:20
NAVENDA NÛÇEYAN 

Koordînasyona Çapemeniyê ya PJAK’ê têkildarî êrîşa dewleta Tirk a ku duh li Silêmaniyê li hemberî rojnamevanan pêk anî, daxuyanî da.

Daxuyanî bi vî rengî ye:

“Dewleta Tirk a dagirker bi awayekî hovane, nemirovane, faşîst û dîktatorî êrîşî hemû nirx û bihayên civakî yên gelê me li hemû beşên Kurdistanê dike û guh nade tu qanûn û nirxên mirovî. Ew dewleta dagirker bê rawestan, bi şev û roj ji erd û asîman êrîşî ser gerîlayên azadiya Kurdistanê, şervanên azadiya Rojava û yekîneyên parastina Êzdiyan li Şengalê dike. Li bakurê Kurdistanê jî bi êrîşkirina li ser şaredariyan û binpêkirina îradeya gel û bi êrîşkirina li ser çanda Kurdî û prensîp û normên demokratîk, dixwaze gelê Kurd li hember siyaseta xwe ya şovenî û dijmirovî stûxwar bike û wisa bike ku dest ji têkoşîn û berxwedana ji bo bidestxistina mafên xwe yên rewa berde.

Li başûrê Kurdistanê jî bi rêya malbata Barzanî û bi çavdêrî û alîkariya toreke îstixbaratî û kirêgirtiyan di bin çavdêriya MÎT û Parastinê de, ji aliyekî ve dest bi êrîşeke mezin a dagirkirina axa başûrê Kurdistanê kirine û ji aliyê din ve bi rêya wan sîxur û noker û caşan kesayetiyên siyasî, azadîxwaz, neteweyî, demokrat û welatparêz û rojnameger û şoreşgeran qetil dikin û dikin armanca êrîşên balafirên şer û bêmirov. Di asta navneteweyî û dewletî de jî hewl didin ku li gel dewletên dagirker ên li ser Kurdistanê li dijî gelê me peymanên navneteweyî nû bikin û di vê çarçoveyê de her roj deverên çiyayî yên Şarbajêrê dibin armanca bombebarana balafirên şer ên dewleta faşîst a Tirkiyeyê.

Di van êrîş û dagirkeriyên dewleta Tirk a dagirker de yên li ser destkeftên gelê me, li gorî belgeyan diyar e ku PDK bûye rênîşandera leşkerên Tirk û hevkar û alîkara rasterast a vê dewleta şovenîst û dîktator e ku hevpeymana DAÎŞ’ê ye û hêsankariyê ji bo armanckirin û êrîşkirina li ser gerîlayên azadiya Kurdistanê û şervanên azadiyê û gelê me li Şengalê û başûrê Kurdistanê û hetta kesên azadîxwaz û niştimanperwer dike. Bi heman awayî bûye amrazek di destê vê dewleta zordar û çavbirçî de ji bo dagirkirina ax û av û hewa û xwezaya Kurdistanê. Hetta bi vê jî qîma xwe nayne, di peyman û rêkeftinên navneteweyî yên li dijî gelê me de bûye hevpareke rasteqîn a dewleta Tirk a dagirker û ji aliyekî din ve jî xizmetkar û kirêgirtiya rejîma dagirker a Îranê ye. Ev jî dikeve çarçoveya xiyaneta neteweyî û tu hinceteke wê tune ye.

Dewleta dagirker ji ber ku medyakarên çapemeniya azad bi awayekî dilxwaz û fedakar li hember hewldanên dagirkerî û qirêj ên wê disekinin û siyaseta dagirkerî û komkujî û jenosîda li ser gelê Kurd şermezar dikin, dike armanca êrîşên xwe yên nemirovane û hovane. Şikest û têkçûnên xwe yên li qadên şer dixwaze bi van kiryaran veşêre.

Armanckirina rojnamegerên azad kiryareke nemirovane û bêexlaqî ye ku li dijî hemû pîvan û prensîpên navneteweyî û mafên mirovan e û kiryareke qirêj û şermbar e. Ji ber vê yekê, em wek Komîteya Çapemeniyê ya Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) êrîş û dagirkeriyên dewleta Tirk a dagirker, û bi taybetî wê hêza kirêgirtî ya ku bi qetilkirin û kuştina zarokên gelê me kêfxweş dibe û dikeve pêşiya MÎT’a Tirkiyeyê û rojnameger Gulistan Tara û Hêro Behadînê dike armanc, bi tundî şermezar dikin û her du hevalên çapemeniya azad bi bîr tînin û sersaxî û hevxemiya xwe ji malbat û hemû hevalên çapemeniya azad re pêşkêş dikin û şîfaya başbûnê jî ji bo birîndaran dixwazin.

Di heman demê de, di 20’ê Mijdara 2022’yan de li Dêrikê nûçegihanê Ajansa Hawarê Îslam Ebdullah hat şehîdkirin. Roja 24’ê Tebaxa 2023’yan xebatkarên Jin TV’yê di navbera Qamişlo û Amûdê de bûn armanc û li wir Necmedîn Feysel Hacî şehîd bû. Her wiha di 8’ê Tebaxa 2024’an de balafirên şer ên dewleta Tirk xebatkarê Radyo Çira FM’ê Mirad Mîrza Îbrahîm şehîd kir û Medya Hesen û Xelef Xidir jî birîndar kirin. Li hundir Tirkiye û bakurê Kurdistanê bi sedan rojnameger û medyakarên azad di girtîgehên xwe de girtine û rojane êrîşî rojnamegerên azad dike.

Ev êrîşên dewleta Tirk ên li ser çapemeniya azad nîşan didin ku dewleta Tirk a dagirker û PDK çi qas ji rojnameger û çapemeniya azad ditirsin. Çunku baş dizanin ku tekane çapemenî û medyakarên ku dikarin siyaseta wan a  qirêj û genî û kiryarên wan ên li dijî civakê nîşan bidin, ew medyakar û çapemenî ye ku bi dil û can ji bo azadiya gel û mirovahiyê tê dikoşin.

Divê dewleta Tirk û hêzên kirêgirtî û noker û hevkarên wê baş bizanin ku tu zext û gef nikarin rojnamegeran ji rêya rastî û heqîqetê vegerînin û bêdeng bikin; ji ber ku ew rojnameger û medyakar baş dizanin ku azadiya çapemeniyê yek ji stûnên sereke yên civakeke demokratîk û azad e. Karê çapemeniya azad hişyarkirin û ronîkirina gel e li hember desteserkirin û binpêkirina maf û azadiyan û li dijî dagirkeriyê. Ji ber vê yekê desthilatdarên şovenîst her tim çapemeniya azad dikin armanc û dixwazin wan lawaz û bêîrade bikin, lê divê hem dewleta Tirk a dagirker û hem jî hemû dagirkerên li ser Kurdistanê û noker û kirêgirtiyên wan dagirkeran baş bizanin ku lêgerîna me ya ji bo heqîqet û rastiyê dê bihêztir û bêtir berdewam bike û tu êrîş û zext nikarin me ji xebat û berxwedan û lêgerîna me ya ji bo jiyaneke azad sar bikin.

Armanckirina rojnameger Gulistan Tara û Hêro Behadîn ji ber wê bû ku wan rastî vediguhastin gelê me û raya giştî ya navneteweyî, ji ber vê yekê bûn armanc û hatin şehîdkirin. Ji ber vê yekê gelê me wan her du hevalan û di heman demê de hevalên pêşîn ên çapemeniyê wek şehîdên çapemeniya azad bi nav dike. Ji ber ku her yek ji wan hevalan bi awayekî fedakar û di dema pêkanîna erk û karê çapemeniyê de hatin qetilkirin û şehîdkirin. Ji bo vê yekê em daxwazê ji hemû medyakaran û bi taybetî kesên xwedî wîjdan ên gelê me dikin ku xwedî li rêya şehîd Gulistan Tara û Hêro Behadînê derkevin û xebata şehîdên çapemeniyê bidomînin û heta gihîştina hêvî û xeyalên şehîdan têkoşîna civakî, çapemeniya azad û şoreşgerî gur bikin. Ji ber ku ev yek tekane rê ye ku serkeftina azadî û demokrasiyê misoger bike.”