Piştperdeya bûyerên Dêrazorê – ERDOGAN ALTAN 

Piştperdeya bûyerên Dêrazorê – ERDOGAN ALTAN 
24 tebax 2024   10:10

Li pişt perdeya êrîşên çeteyên girêdayî hêzên Hikûmeta Şamê û Dîfa El-Wetanî yên 7’ê Tebaxê li dijî Kantona Dêrazorê hatibûn destpêkirin, planên hevdîtinên Astanayê hene.

Herêma Dêrezor heta 2019’an yek ji navendên girîng ên çeteyên DAIŞ’ê bû û heman salê ji aliyê hêzên QSD’ê ve hat rizgarkirin. Lê êrişên li ser herêmê navber bi navber her dom kirin û gelek hêz piştgiriya van êrişan dikin. Dikare bê gotin ku li pişt êrişên komên girêdayî Hikûmeta Şamê û çeteyên Dîfa El-Wetenî 7’ê Tebaxa 2024’an pêk anîn jî, hêzên ku tevlî civînên Astanayê bûne, hene.

Di serî de divê em vê yekê bêjin ku li Herêma Dêrezorê avakirina bingeha van êrîşan ji beriya 2 salan ve hatiye danîn. Zemîna van planan Hezirana 2023’yan di 20’emin lûtkeya Astana de hat avakirin; di lûtkeya 21’an a Astanayê ku Çileya 2024’an bi beşdariya Tirkiye, Rusya û Îranê pêk hat jî, dest bi pêkanîna wê hat kirin.

PIYONÊ HEVPAR ÎBRAHîM HIFIL

Hêjayî gotinê ye ku li ser maseya hevdîtin û civînên Astanayê kesê bi navê Îbrahîm Hifil wekî piyonê hevpar ê her çar dewletan hatiye diyarkirin. Li Dêrazorê girêdayî pêvçûnên ku par jî rûdan rejîma Şamê bi awayekî vekirî hebûna xwe aşkere nekiribû, lê bi maskeyên veşartî, bi navê ‚hêzên eşîran‘ êrîşî li ser hêzên Meclîsa Leşkerî ya Dêrazorê û QSD’ê kirin. Pêve girêdayî herî zêde Dîfaî El Wetanî û komên çeteyên girêdayê MÎT’ê yên li herêmên dagirkirî bi her awayî piştgirî dan. Jixwe di hin belge û wêneyên êrîşên 7’ê Tebaxê (2024) destpêkiribûn de hebûna hêzên hikumeta Şamê û Dîfaî El Wetanî di ragihandinê de hatibûn belavkirin. Di van êrîşan de bi taybet cihên sivîl hatin hedefgirtin û 14 sivîlan jiyana xwe ji dest dabû û gelek jî birîndar bûn. 

Li gorî agahiyên ketine destê me, di van êrîşan de Odeya Parastinê, Hêza Hewayî, Firqeya 4‘an û çeteyên Difa El Watanî yên girêdayî Hukumeta Şamê cihê xwe digirtin. Li gorî planên hêzên hewayî yên girêdayî istixbarata hikumeta Şamê, li rojhilatê Dêrezorê ji bajarokê Ziban heya Xeranic divê ketibûya bin serweriya wan. 

Di destpêkê de komên çete yên girêdayî Îbrahim Hifil li bajarokên Şihel û Hawayic bi şaneyên veşartî re hevkarî kir û ji Şamiye derbasî Zîban bûn. Bi destpêkirina pevçunan re piştî demekê bi şaneyên veşartî yên li wir re hevkarî kir û derbasî bajarokên Ebu Hamam, Kişik û Xeranic bûn û xwestin li van herêman rêya Imad bigirin da ku herêman ji hev cûda bikin û dest bi êrîşan bikin.

PIŞTÎ ÊRÎŞÊN WAN HATIN ŞIKANDIN ÇETE BI HEV KETIN

Piştre jî li herêmên El Eşara û Qoriyê hejmarek 200 kesî ya çeteyan bi pêşengtiya Ebu Zêd û Ebu Wedha, bi 100 endamên şaneyên veşartî re li Teyana Siwêdan û Dirinc xwe ji bo êrîşan amade kirin. Hemwextî van amadekariyan, çeteyên Ebu Nura û Siîd El Bekrî bi çeteyên girêdayî wan re  li Hemam, li Rojhilat-Rojavayê Cizîrê dest bi êrîşan kirin. Di vê navberê de şaneyên veşartî jî hewl dan ku li dijî şervanên QSD’ê êrîşên sabotaj û suikastan pêk bînin. Lê belê QSD û Meclîsa Leşkerî ya Dêrezorê bersivên tund dan û êriş hatin têkbirin.

Li gorî agahiyan, li herêma Qoriye komên çete yên girêdayî Ebu Zêd û Ebu Wedah di kêliyên destpêkê yên êrişan de  paşve kişiyabûn û tevlî pêvçûnan nebibûn. Ji bo vê yekê di navbera komên çeteyan de tevlîhevî derketin. Ev tevlîhevî di asta ku çek li hemberî hev bikşînin de bûn. Hêzên Hewayî yên girêdayê Şamê, talîmat dabû ku çemê Firatê derbas bikin û dest bi êrîşan bikin. Lê ji ber hêzên li herêma El Qoriye dizanibûn ku dê ew nikaribin li dijî QSD’ê şer bikin, talîmat bicih nanîn û xwe paşde kişandin. Komên çete yên di pêşengtiya Ebû Nûra û Seîd El Bekrî bi komên çete yên Zîbanê û hin şaneyên razayî yên ku berê di heremê de hatibûn bicihkirin dest bi êrîşê kirin.

 Êrîş ji ber amadekariyek berfireh a şervanên Meclîsa Leşkerî ya Dêrazorê û QSD’ê, nakokiyên di navbêra komên çeteyan de têk çûn. Komên girêdayên Şamê û çeteyên Dîfa El Wetenî darbeyek mezin xwarin û neçar man paşde vekişin. 

DÊRAZOR ÇIMA GIRÎNG E?

Herêma Dêrazor herêmeke ku bi erdnigariya xwe, çavkaniyên binerd, pêkateya xwe ya civakî re balê dikşîne. Dêrazor di navbêra Iraq, Sûriye û Urdinê de a sêgoşeyekê stratejîk çêkiriye, her wiha di xeta riyeke stratejîk a ku diçe Lubnan û Îsraîlê de jî cih digire. Ji ber vê yekê dibe qada têkoşîna gelek hêzên ku dixwazin li heremê bibin xwedî gotin. 

Li ser vî esasî êrîşên li Dêrazorê tên kirin, ne nû ne û planên wê gelek ji mêj ve hatine çêkirin. Di rola sereke de jî hikumeta Şamê ya ku dibêje “Em ê serweriya xwe ya rojhilatê-bakurê Sûriyê paşde vegerînin” heye. Li gorî agahiyan, hin şêxên Ereb ku di nava wan de Îbrahîm Hifil jî heye, bi Şamê re di nava têkiliyan de ne û hevdîtinan dikin. Nexasim  Îbrahîm Hifil di êrîşên dawî de cih girt. Berpirsiyarê Îstîxbarata Giştî ya Hikumeta Şamê Husam Loqa jî li Dêrazorê perspektîf dane çeteyan û şaneyên razayî yên li Qamişlo û Hesekê jî xistine nava liv û tevgerê.

 HUSAM LOQA

Yê herî zêde di nav eşîr û civakên herêmê de tevlîheviyê, fitne û fesadiyê derdixe Husam Loqa ye. Li gor hin agahiyan, Loqa înîsiyatîf dide hin kesên ku wan wek e şêxên eşîran binav dike û di asta sîxûrtiyê de bikar tîne. Hefteyên bihorî li bajarê Hesekê û derdora wê, hin komên çete yên girêdayî qaşo şêxê eşîra Meşahidê Salim Esaf û komên girêdayî Şamê ku hewl didan derbarê noqteyên QSD’ê de agahiyên îstîxbaratî kom bike, hatin girtin. Ev jî ji bo van hewldanan wekî mînak tên nîşandan.

Daxuyaniya Şêwirmenda Serokê Dewleta Sûriyê Beşar Esat Lona El Şibil a di 24’ê Tebaxê 2023’an de kiribû, di asta lixwe mikûr hatinê bû: Şibil wiha gotibû: “Hikumeta Sûriyê, ji bo rojhilatê Firatê ji dagirkeriya Amerîka were rizgarkirin, bi mutefikên xwe re di mijara destpêkirina operasyoneke leşkerî ya berfireh de lihev kiriye”. 

PIŞTGIRIYA DEWLETA TIRK A DAGIRKER

Dewleta Tirk a dagirker ku yek ji hêzên aktîf a Lûtkeya Astana ye, di êrîşên Dêrazorê de şaneyên xwe yên razayî yên li herêmê xistin tevgerê û bi hikumeta Şamê re hevkariya îstîxbaratî kir. 

Dewleta Tirk a dagirker ku di êrîşên ji aliyê çeteyên girêdayî Şam û Îranê yên di meha tebaxa 2023’an de li ser hêzên QSD û Rêveberiya Xweser dabûn destpêkirin de rolek mezin lîstibû, di êrîşên 7’ê tebaxa 2024’an de jî çeteyên girêdayî xwe xiste nava liv û tevgerê. Komên çete yên li xeta Minbic û Şehba dest bi êrîşên berfireh kirin, gelek caran hewildana ketina herêmê kirin. MÎT‘ê jî di ser kanalên ragihandina çeteyan de parvekirinên destekdayîna çeteyên girêdayî hikumeta Şamê yên li Dêrazorê kirin.

Dewleta Tirk a dagirker ku ev êrîşan ji xwe re wek firsend dîtin, komek çete ya ji 50 kesan pêk tê li Cerablûsê perwerde kir da ku bişîne Dêrazorê. Hate diyarkirin ku MÎT û leşkerên Artêşa dewleta Tirk a dagirker ji bo ev çete li dijî şervan û navendên QSD’ê sabotaj û sûîqastan bikin, her cure perwerdeyên leşkerî dane wan. Navên van çeteyên ku dixwazin bişînin herêmê di malpera lekolin.org de hatibûn weşandin. 

Hikumeta Şamê jî bangewaziyên Erdoganê faşîst ji xwe re zivirandin fersendê û bi van êrîşan xwest otorîte û hêza xwe nîşan bide. Li ser vî esasî otorîteya xwe, hêza xwe ya hebûna dewletê hem belav bike hem jî tahkîm bike. 

BANDORA ÎRANÊ

Hebûna Îranê ya di Sûriyê de digihêje heyanî serdema Hafiz Esad. Îran, dixwaze rejîm û Rêveberiya Xweser bi hev bide şerkirin, qadeke pêvçûna herêmî ya nû bide avakirin û bi vî awayî zexta li ser xwe kêm bike. Rejîm bixwe jî dixwaze ji vê yekê sûd werbigire û herêmên winda kirine, paşde vegerîne. Her wiha Îran dixwaze ji Dêrazorê, Ebû Kemal heta xeta Til Koçer, herdu aliyên sînor (Sûriye-Iraq) bixe bin serweriya xwe. Li gorî agahiyên hatine girtin, Hêza Quds a girêdayê Îranê (Heres El Sewrî) di dîroka 2’ê Tebaxa 2024’an de ji Deriyê Sînor a Ebû Kemal 20 seyareyên tije cebilxane derbas kirine. Derbaskirina van seyaran di bin ewlehiya hêzên Haşdî Şabî ya girêdayê Îranê yên li Iraqê de hatiye kirin. 

Hat destnîşankirin ku Îran li herêma Dêrazorê bi Rûsya û dewleta Tirk a dagirker re hereket dike, li rojhilatê Firatê ji bo li dijî hêzên koalisyonê êrîşan pêk bîne, di nav hin amadekariyan de ye. Li gorî vê yekê li Ebû Kemal di noqteya girêdayî Hêzên Quds (Heres El Sewrî) de, di navbera rayedarên payebilind ên Rûsya, Hêzên Quds a Îranê û dewleta Tirk a dagirker de civîneke veşartî hatiye lidarxistin. Di civîna ku du seat dom kiriye de biryar hatiye girtin ku di bin navê lêgerîna petrolê de tunelên ji çola Tedmir-Esriya heya sînorê Urdunê bên çêkirin. Her wiha ji bo êrîşên li dijî koalisyonê derxin asta jor dê perwerdeyên dronan bidin hêzên girêdayî Îranê. 

BERJEWENDIYÊN RÛSYA

Her çiqas Rûsya di bûyerên Dêrazorê de zêde derneketibe pêş jî, yek ji muhendisên sereke yên siyasetên derbarê Sûriyeyê de ye. Rûsya ku li gor berjewendiyên xwe siyasetê li Sûriyê dimeşîne, bi Amerîka ya ku dijminê xwe yê herî sereke dibîne re, di Sûriyê de hin caran hevkariyê dike. Rûsya li Iraqê li dijî Amerîkayê piştgiriyê dide Îran û hêzên girêdayên Îranê, li Sûriyê jî xuyaye li gorî berjewendiyên xwe dest bi siyaseteke berevajî kiriye. Hat diyarkirin ku Rûsya li Sûriyeyên hin kordînatên hêzên girêdayî Îranê bi Îsraîl û Amerîka re parve dike. Li bajarokên Nibil û Zehra ya Helebê ku di bin serweriya komên girêdayî Îranê de ye, di nava hêzên girêdayî Îranê de hin gotinên wek e ‚dê Amerîka Îranê weke hincet nîşan bide û êrîşî noqteyên leşkerî bike‘, belav dike. Bi vê yekê dixwaze li ser ciwanên di nava hêzên girêdayê Îranê de zextê bike û wan bikişîne nava artêşa Hikumeta Şamê. 

(a)

ANHA