YRA`yê Necmedîn Sînan bi bîr anî

Yekitiya Ragihandina Azad (YRA) di salvegera sêyemîn a şehadeta wî de xebatkarê Jin Tv Necmedîn Sînan bi bîr anî.

YRA`yê Necmedîn Sînan bi bîr anî
23 tebax, 2026   11:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Yekitiya Ragihandina Azad (YRA) bi boneya salvegera sêyemîn a şehadeta xebatkarê Jin Tv Necmedîn Şêx Sînan, daxuyanî da.

Daxuyaniya YRA`yê wiha ye:

"Îro salvegera sêyemîn a şehadeta hevrêyê me Necmedîn Sînan e ku di 23‘yê Tebaxa 2023‘an de  di encama êrişeke dewleta Tirk a li ser otombîla Jin TV de ser rêya Qamişlo – Amûdê şehîd bû. Di êrişê de rojnamevan Delîla Egîd jî bi giranî birîndar bû.

Bi vê boneyê em rêzdarî hevrêyê xwe Necmedîn Sînan û hemû hevkarên me yên rojnamevan ên ku heqîqet bi giyana xwe feda kirine, dengê civakê bilind kirine, buyer û rûdan bi berpirsiyarî û pîşeyî belge kirine û li hemberî hemû hewldanên bêdengkirina peyva azad û nixumandina rastiyan li ber xwe dane, bi bîr tînin.

Em teqez dikin ku hedefkirina rojnamevanan binpêkirinek aşkere ya azadiya çapemeniyê, peyman û qanûnên navneteweyî yên têkildarî parastina mafên rojnamevan e. Her wiha em êrişan hewldanek bi zanebûn a nixumandina dengê civakê û rêgirtina li ber rola ragihandinê ya aşkerakirina rastiyan dibînin.

Bi vê boneyê em soza xwe nû dikin ku rêya hevakrên xwe yên şehîd hilbijartine bidomînin, peyma çapemeniya azad a ragihandina rastiyê û belgekirina bûyeran û mafên rojnamevanan biparêzin ku bê tirs û gefan bixebitin."