Bakur şehîdên xwe bibîrtîne

Li Bakurê Kurdistanê di 21’ê Tebaxê de li Amedê nasnameya 49 şehîdên ku di dem û cihên cuda şehîd bûne hatin eşkerekirin ji bo wan konên merasîma sersaxiyê hat danîn. Îro jî li bajrê Tikiryê ya Stenbolê ji bo 34 şehîdan merasîma sersaxiyê tê lidarxistin.

Bakur şehîdên xwe bibîrtîne
23 tebax, 2026   11:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Komeleya Yekîtî Çand Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên ku di Dergûşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Winda Kirine ji bo şehîdên tevgera azadî ku di dîrok û cihên cuda de şehîd bûne li Amed û Stenbolê bernameyên bîranînê li dar dixe. Bernameya bîranînê li Amedê di roja sêyem de didome, li Stenbolê jî îro destpê dike.

Lİ AMEDÊ SERSAXÎ Dİ ROJA SÊYEM DE DİDOME

Bi pêşengtiya Komeleya Yekîtî Çand Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên ku di Dergûşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Winda Kirine re (MEBYA-DER) ya Amedê, ji bo 49 şehîdên Tevgera Azadiyê ya Kurd ên di dîrokên cuda de şehîd bûne di 21’ê Tebaxê li bajarê Amedê ya Parka Koşuyoluyê ya Amedê konê sersaxiyê  hate danîn. Sersaxî 3 roj in berdewam bike û îro roja dawiye.

Li cihê konê sersaxî wêneyên Şehîdan û qurnefîl hatin danîn û "Sirûda Çerxa Şoreşê" hat gotin her wiha dirûşmeyên "Şehîd Namirin" û "Bijî Serok Apo" hatin berzkirin.

Konên sersaxiyê li navçeyên Farqîn, Bismil û Xana Axparê yên bajarê Amedê hatin danîn.

Bi hezaran şeniyên bajêr, rêveber û nûnerên saziyên sivîl, partiyên siyasî, rûspî, bi girseyî serdana konên sersaxiyê dikin.

Di roja sersaxiyê ya yekemîn de Hevserokê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan û şandeya pê re serdana konê sersxiyê kir.

Di roja duyemîn de ciwanan li konê sersaxiyê de posterê Rêber Abdullah Ocalan daliqandin.

LI STENBOLÊ BİRANÎNA ŞEHÎDAN DESTPÊ KİR

Li navçeyên Baxcilar û Sancaktepe yên bajrê Tirkiyê ya Stenbolê ji bo bîranîna şehidên Tevgera Azadiyê yên di dîrok û cihên cûda şehîd bûne, dê bi pêşengiya Komeleya Yekîtî Çand Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên ku di Dergûşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Winda Kirine re (MEBYA-DER) ya Stenbolê bernameya bîranînê tê lidarxistin.

Bername li avahiyên rêxistinên DEM Partiyê tê li dar xistin. Wê malbatên şehidan, Dayikên Aştiyê, endam û rêveberên partiyên siyasî, nûnerên saziyên sivîl û gelek welatî tev li bernameyê bîraninê bûn.

Bername dê di saet 12:00’an de dest pê bikin û di seat 15:00’an de dê bi dawî bibin.