Esed El Şeybanî : Dibe ku danûstandinên bi Îsraîlê re di demekî nêz de dest pê bikin

Wezîrê Karên Derve yê Sûriyê Esed El Şeybanî ji ajansa Reuters re ragihand ku ew li bendê ne muzakereyên bi Îsraîlê re yên li ser peymana ewlehiyê di nêz de dîsa dest pê bikin. Şêbanî bang li Îsraîlê kir ku vê "firsenda dîrokî" ji dest nede û destnîşan kir ku deriyê Şamê ji bo dîplomasiyê her tim vekirî ye.

Esed El Şeybanî : Dibe ku danûstandinên bi Îsraîlê re di demekî nêz de dest pê bikin
23 tebax, 2026   11:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê Karên Derve yê Sûriyê Esed El Şeybanî di daxuyaniyeke girîng de eşkere kir ku Şam pêşbînî dike ku di demeke nêz de muzakereyên bi Îsraîlê re yên li ser peymana ewlehiyê ji nû ve dest pê bikin. Şêbanî diyar kir ku armanca wan a sereke ji vê peymanê ew e ku bibe sedema vekişîna temamî ya hêzên Îsraîlê ji ser axa Sûriyê.

El Şeybanî bang li rayedarên Îsraîlê kir ku vê rewşê wekî "firsendeke dîrokî" binirxînin û bi bîr xist ku ji bo çareseriyeke mayînde deriyê dîplomasiyê yê daxwazkirî hîn jî vekirî ye.

Ev daxuyanî di demekê de tê ku her du aliyan piştî êrîşên dawî yên li ser balafirgeha Ebû El Duhûr peywendiyên xwe asê kiribûn, lê bi vê banga nû derfeteke nû ya guftûgoyan derketiye pêş.

El Şeybanî her weha destnîşan kir ku Sûriye welatekî serwer e û divê Îsraîl hevalbendî û şirîkatiyên daxuyandî yên Şamê ji wan re sînor neke an jê re nebêje ka dê bi kê re hevkariyê bike. Parastina serweriya Sûriyeyê ji bo wan xeta sor e, lê ji bo kêmkirina rageşiyê amade ne ku li ser maseya muzakeran rûnin.

(k)

ANHA