YPJ: Em amade ne tecrubeya xwe ji tevahî jinên cîhanê re parve bikin

Berdevka YPJ'ê bi boneya salvegera damezirandina YPJ'ê destnîşan kir ku pêwîstiya jinên Sûdan, Yemen, Lîbya, Xeza û Ukraynayê bi xwebirêxistinkirinê heye. Her wiha diyar kir ku YPJ amade ye tecrubeya xwe bi tevahî jinên azadîxwaz re parve bike.

YPJ: Em amade ne tecrubeya xwe ji tevahî jinên cîhanê re parve bikin
4 nîsan, 2024   04:06
HESEKÊ

Bi minasebeta salvegera 11’an a damezirandina Yekîneyên Parastina Jin (YPJ), berdevka YPJ’ê Ruksen Mihemed guhertinên ku YPJ’ê di civakê de çêkirine, ji ANHA’yê re nirxandin.

Ruksen Mihemed di destpêka axaftina xwe de salvegera 11’an a damezirandina YPJ’ê û rojbûna Rêber Abdullah Ocalan li şervanan, jinan û tevahî gelên azadîxwaz pîroz kir.

Ruksen Mihemed 4’ê Nîsanê ji bo YPJ’ê wek rojeke watedar nirxand û got: "4’ê Nîsanê bi nirx û pir girîng e, ji ber ku rojbûna Rêber Abdullah Ocalan e yê ku felsefeya azadiya jinan pêşkêş kir û belav kir, felsefeya demokrasî û wekheviyê pêşxist ku rêya azadiya nîşanî jinan û gelên bindest kir. Ev felsefe bingeh û rêgeza YPJ’ê ya ji bo lêgerîna li azadiyê ye. YPJ’ê di rêxistinbûna xwe de xwe dispêre rêgezên azadiya jinan, avakirina civakeke azad û demokratîk û ekolojîk. YPJ’ê hewl dide bibe hêza civak û gelên ku ji bo azadiya xwe têkoşînê dikin. Li ser vî esasê YPJ’ê rêya têkoşînê hilbijart û heta roja me ya îro li ser vê rêyê dimeşe. "

Berdevka YPJ’ê anî ziman ku berxwedana jinan a di civaka xwezayî, ezmûna gerîlayên YJA-Star li çiyayên Kurdistanê û hizkirina rêxistinbûnê ya li hemberî tevahî êrişên navxweyî û derve

Ruksen anî ziman ku yekîne ji keçên vî gelî hatiye avakirin û di gelek êrişan re derbas bû û wiha pê de çû: "Lê van êrişan bandor li berxwedan û xwesteka me ya naskirina jinan bi dîrok, nasname, derxistina rastiya jina azad a xwedî vîn û hebûnê, bandor nekir."

‘GUHERTINA HIŞMENDÎ Û PÊŞXISTINA ALIYÊN FIKRÎ Û ÎDEOLOJÎK’

Ruksen Mihemed wiha li gotina xwe zêde kir: "Di serî de YPJ'ê xebata xwe li ser bingeha guhertina hişmendiyê dest pê kir. Di her şoreşekê de eger zanabûna fikrî û îdeolojî tune be armancên wê şoreşê pêk nayên; ji ber ku pergalên desthilatdar hewl didin gelan ji rastî û cewhera wan bi dûr bixin. Li gorî wê jî me erkê rizgarkirina gel da ser milê xwe. Îro jî destkeftî bi saya felsefeya Rêber Abdullah Ocalan hatin bidestxistin."

Ruksen destnîşan kir ku ew li ser pêşxistina aliyê fikrî di zanîna dîrokê û jineolojiyê de jî xebitîn da ku jinan û gel ji hemû cûreyên êrişan biparêzin û got: "Di şoreşan de pêwîst e mirovên azad û zana bên gihandin da ku bikevin rêya têkoşîna rastîn û armancan pêk bînin."

Der barê aliyê profesyonelbûyînê de Ruksenê got: "Di aliyê leşkerî de profesyonelbûyîna me zêdetir bû û me akademiyên ku bi hezaran şervan tev lê bûne, vekirin. Di wan akademiyan de rêgeza rizgarkirina zayendî, jineolojî, dîroka jinan tên dayîn."

Her wiha Ruksen destnîşan kir ku gelek armancên YPJ'ê hene, ji wan têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan, bidawîkirina paşguhkirina jinan û îsbatkirina îradeya wê di hemû qadan de û got: "Şoreşa 19'ê Tîrmehê ya bi navê şoreşa jinan piştrast dike ku armancên YPJ'ê pêk hatine."

‘PERGALA BAVIKSALAR HEWL DIDE JINÊN BIRÊXISTINKIRÎ TÊK BIBE’

Têkildarî êrişên li dijî jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Efganistan, Xeza û seranserî cîhanê Ruksen Mihemed destnîşan kir ku pergalên baviksalar, di serî de dewleta Tirk a dagirker, hewl didin gel di şexsê jinan de têk bibin. Ew jî ji ber ku dewleta Tirk a dagirker nas kiriye ku azadiya jinan bi azadiya civakê ve girêdayî ye û herdu komkujiyên Parîsê yên 2013 û 2022'yan ên li dijî pêşengên şoreşa jinan nîşan didin ku ew pergal ji jinên azadîxwaz ditirsin.

‘DIVÊ JINÊN WELATÊN EREBAN Û EWROPAYÊ XWE BI RÊXISTIN BIKIN’

Ruksenê diyar kir ku pêwîst e jinên Sûdan, Yemen, Lîbya, Xeza û Ukrayayê xwe wek jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rêxistin bikin û got: "Ew jin dikarin niha ji her demê bêhtir bi rêya xwerêxistinkirinê û avakirina yekitiyeke jinan a cîhanî xwe biparêzin. Hedefgirtina jinan li Efganistan û Xezayê hedefgirtina min û tevahî jinan e. Em jî amade ne destkeftiyên ku me bi dest xistine bi tevahî jinên cîhanê re parve bikin û sedsala 21'emîn bikin sedsala rizgariya jinan."

‘TÊKILIYÊN XURT’

Ruksenê diyar kir ku YPJ’ê bi jinên Efganistan, Ewropa û Amerîkaya Latîn re têkiliyên xurt çêkirine û destnîşan kir ku berxwedana YPJ'ê ya li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker û DAIŞ'ê bala her kesê ku ew pê re dicivin û şandeyên ku serdana herêmê dikin, dikişîne.

Ruksen Mihemed di dawiya axaftina xwe de got: "Em hewl didin şoreşa jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bikin şoreşa jinan a cîhanê, berxwedana YPJ'ê bi tevahî jinên cîhanê re parve bikin, avakirina pergaleke jinan a taybet nîqaş bikin, şoreşa xwe biparêzin û wê bikin şoreşa cîhanê. Me bi rêya şoreşa "Jin, Jiyan, Azadî" ya ku li cîhanê deng vedaye, ew armanc pêk anîn."

(mh)

ANHA