Parêzerê Rêber Abdullah Ocalan: Hemû rojên xwe ji bo jiyaneke azad terxan dike

Parêzer Faîk Ozgur Erol diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan bi zanatî, tecrube û fikrên xwe her roj ji bo vejîn û jiyaneke azad dixebite û got muxatabiya azad û wekhev a Rêber Abdullah Ocalan, ji bo çareseriya siyasî û hiqûqî ya pirsgirêka Kurd esas e.

Parêzerê Rêber Abdullah Ocalan: Hemû rojên xwe ji bo jiyaneke azad terxan dike
4 nîsan, 2024   02:38
NAVENDA NÛÇEYAN
CÎHAN BÎLGÎN

Bi wesîleya 4’ê Nîsanê rojbûna Rêber Abdullah Ocalan, parêzer Faîk Ozgur Erol li ser tecrîda girankirî ya li Îmraliyê, berxwedana Rêber Abdullah Ocalan û têkoşîna hiqûqî ya parêzeran, ji ANHA'yê re axivî.

Faîk Ozgur Erol diyar kir ku ew girîng dibîne ku mirov balê bikişîne ser rastiya jiyanê ya Rêber Abdullah Ocalan û mirov çawa bijî û wiha axivî: “Birêz Ocalan hê dema zarok bû, di gotareke xwe de dinivîse “Tu zaroka min a hê jidayiknebûyî yî” û ev jî ji nêz ve bi vê yekê ve têkildar e.tecrubeya xwe ya dîrokî û ramanên xwe hema hema her roj ji bo vejîn û jiyaneke azad terxan kirin. Li ser vê bingehê her roja ku li Îmraliyê derbas kir, veguherad lêgerîneke bêdawî û ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd û pêkjiyana wekhev û biratiya gelan a Rojhilata Navîn banga jiyana azad kir.”

‘ŞÊWEYEKE NEDÎTÎ YA MEHKÛMKIRINÊ’

Erol got polîtîkaya tecrîdê ya ji sala 1999’an ve li Îmraliyê her tim û bi sazûmanî tê meşandin, di nava 9 salên dawîn de hatiye mutleqkirin û veguheriye bêagahîbûneke giştî û wiha dewam kir: "Ji Adara 2021'an ve destûr ji deng an jî têkiliyeke herî biçûk a bi derve re nayê dayîn. Ev yek şêweyeke girtîbûnê ye ku di dîroka girtîgehên li cîhanê de emsaleke xwe nîn e û ji bo hemû kesên li Îmraliyê tên ragirtin, bê kêmasî tê xebitandin.”

NÊZÎKATIYA SAZIYÊN NAVNETEWEYÎ YA LI HEMBER ÎMRALIYÊ

Parêzer Erol diyar kir ku nêzîkatiya saziyên navneteweyî ku li hember bêhiqûqiya li Îmraliyê bê deng dimînin, polîtîk e û got hemû saziyên ku mecbûrî peymanên navneteweyî ne, der barê tecrîda li Îmraliyê de xwedî agahiyên zelal in, lê nêzîkatiya wan paşguh dike û li gorî hesabên wan ên berjewendiyên xwe ne. Erol wek mînak jî nîşan da ku CPT tevî ku hatiye Tirkiyeyê lê heta niha rapora xwe ya serdanê ya sala 2022'an aşkera nekiriye û serdana Girtîgeha Îmraliyê nekiriye û DMME’yê jî serlêdana wan ya têkildarî hucreyên yekkesî 13 sal e bi encam nekiriye.

‘DIVÊ PERGAL BI TEMAMÎ JI HOLÊ BÊ RAKIRIN’

Erol ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan çalkiyên li her dera cîhanê wek çalakiyên "gelekî girîng" nirxandin û got: "Rewşa girtîbûnê ya ku ketiye sala xwe ya 25’an, rewşa bêagahîbûna mutleq ku bi salan e didome, nîşan daye ku heta ku pergala Îmraliyê hebûna xwe bidomîne, her tim xwedî wê potansiyelê ye ku tecrîd, mirin û girtinê bi xwe re bîne. Ji ber vê yekê, alternatîfa tecrîda li Îmralî êdî ne çend hevdîtinên malbatê yan jî çend hevdîtinên parêzeran e. Divê ev pergal bi temamî ji holê bê rakirin.”

‘MIFTEYA SIBEROJÊ’

Erol bi bîr xist ku pêvajoyeke mîna bûyerên beriya 40 salan ji bo Rêber Abdullah Ocalan li Rojhilata Navîn û cîhanê qewimîn, ji bo Mandela jî pêk hatibûn û wiha axivî: "Rastiya Ocalan bi çareseriya pirsgirêka Kurd a bi rêyên siyasî û demokratîk, mîna li Mandela tê pênasekirin. Ev çareserî derfeta pêkanîna çanda pêkvejiyanê di nava şert û mercên demokratîk û wekhev de ji bo tevahiya Rojhilata Navîn çêdike. Muxatabiya azad û wekhev a birêz Ocalan mifteya siberoja pêkvejiyana li gelên Tirkiye û Kurdistanê ye û her ku diçe li tevahiya gelên Rojhilata Navîn belav dibe.”

Erol têkoşîna hiqûqî ya li dijî tecrîdê wek du aliyên sereke nirxand û got: "Ya yekemîn; tecrîda li Îmraliyê bi pîvanên xwe yên mirovî û hiqûqî, ji bo heû kesên tên ragirtin, bûye îşkenceyeke aşkera û mûameleya xirab. Li hemberî vê rewşê, em hemû serlêdan û însiyatîfan li hiqûqa herêmî û navneteweyî dikin û didomînin. Ji bo em pir bi lez û bez bi cih bînin, li dijî pêkanînên di nava 17 salan de hatine kirin, bi tenê li ber Dadgeha Destûrê nêzî 80 serlêdanên me hene."

‘DIVÊ DAWÎ LI MEHKUMIYETA 25 SALAN WERE’

Erol got aliyê duyemîn ê têkoşîna hiqûqî ew e ku balê bikişînin ser mercên azadiya fîzîkî yên Rêber Abdullah Ocalan û got: "Ji bo daxwaza azadiyê ya birêz Ocalan sedemên hiqûqî, siyasî û mirovî hene. Ji aliyê hiqûqî ve biryareke DMME’yê heye ku rejîma cezayê girtinê ya heta mirinê ya sala 2014’an wek muameleya li derveyî mirovahiyê pênase dike. Li gorî vê biryarê, ji bo hemû girtiyên muebbet ên siyasî yên li Tirkiyeyê, divê mekanîzmayeke çareseriyê bê avakirin. Jixwe me sedemên siyasî yên ku muxatabiya azad û wekhev a birêz Ocalan ji bo çareseriya siyasî û hiqûqî ya pirsgirêka Kurd girîng e, rave kiribû. Di aliyê mirovî de birêz Ocalan 25 sal e di nava şert û mercên gelekî giran ên tecrîdê de tê ragirtin û emrê wî yê fîzîkî gihaştiye 75 saliyê. Ev yek bi xwe jî mecûr dike mehkumiyeta 25 salan bê bidawîkirin."