‘Rojbûna Rêber Apo ji bo me hêviyek nûbû`

Jinên Efrînê destnîşan kirin ku Rojbûna Rêber Abdullah Ocalan ku hemû jiyana xwe ji bo xizmeta gelan derbas kir û zindana Îmralî kir dibistana fikrê azad, roja dawîbûna zilmê ye.

‘Rojbûna Rêber Apo ji bo me hêviyek nûbû`
4 nîsan, 2024   06:27
ŞEHBA

Der bara 4’ê Nîsanê an ku Rojbûna Rêber Abdullah Ocalan de jinên Efrînê ji ajansa me re axivîn.

Jina bi navê Rîhan Elo wiha got: "Em rojbûna Rêber Abdullah Ocalan li hemû gelan pîroz dikin. Bi fikr û felsefeya Rêber Apo em ji zilmê rizgar bûn. Bi saya Rêber Apo jin bûn xwedî doz."

Rîhan wiha domand: "Ev serkeftin hemû bi saya fikir û felsefeya Rêber Abdullah  Ocalan e. Me bi fikir û felsefeya Rêber Apo zihiniyeta paşverû têk bir. Rojbûna Rêber Apo ji bo me rojek  û hêviyek nû bû."

Her wiha jina bi navê Emîne Muse jî rojbûna Rêber Abdullah Ocalan li hemû gelan pîroz kir û got: "Rojbûna Rêber Apo ji bo me rojeke nû û roja dawîbûna zilmê ye."

Emîne diyar kir ku tevî ku Rêber Abdullah Ocalan dîl girtiye, lê ew azad e.

Emîne bang li rêxistinên mirovî kir ku tecrîda giran a li ser Rêber Abdullah Ocalan bê rakirin û wiha axivî: “Em ê li dora Rêberê xwe xeleke ji êgir çêkin. Em ê tê bikoşin heya Rêberê me bi fizîkî azad bibe."

ANHA