Y.J.Ê.R Cejna Êzî pîroz kir

Y.J.Ê.R bi peyamekê hatina Cejna Êzî li civata Êzidî pîroz kir û diyar kir ku "Cejn serkeftina qenciyê li ser xerabiyê temsîl dike, ji ber vê yekê em dibînin ku pîrozkirina wê û vejandina rêûresmên wê serkeftina me ye li ser wan kesên ku hewl dan me qir bikin û hebûna me tune bikin e."

Y.J.Ê.R Cejna Êzî pîroz kir
18 kanûn, 2025   22:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Êzidî sibe (roja înê) Cejna Êzî ku yek ji pîroztirîn cejnên olî ye, piştî 3 rojan ji rojiyê, pîroz dikin.

Bi vê boneyê Yekitiya Jinên Êzidî ya Rojava (Y.J.Ê.R) peyameke pîrozbahiyê da.

Di peyamê de hat gotin ku "Bi hatina Cejna Êzî re, em vê cejnê li tevahî êzidiyên li seranserî cîhanê pîroz dikin. Ev cejna ku yek ji pîroztirîn cejnan e, sembola serkeftina qenciyê li ser xerabiyê ye. Em wê pîroz dikin û rêûresmên wê vedijînin, da ku diyar bikin ku serkeftina me li hember wan kesên hewl dane me qir bikin û hebûna me tune bikin e."

Civaka me ya Êzidî di dirêjahiya dîrokê de di sûcên hovane û fermanan re derbas bûye, hewl dane me qir bikin, lê em bi kok, dîrok û baweriya xwe ve girêdayî mane, em ê bi her kesên ku fedakarî di oxira parastina baweriya êzidiyan daye de wefedar bimînin.

Em bi hêvî ne ev cejn bibe cejna azadiya Rêber Abdullah Ocalan ku di peyamên xwe de yên ji civaka me ya Êzidî re şandine destekên mezin pêşkêş kirine û em tevahî revandiyên xwe ji destê çete û teroristan rizgar bikin."

(fr)