Y.J.Ê.R Cejna Êzî pîroz kir

Y.J.Ê.R Cejna Êzî li civaka êzidî pîroz kir û aşkera kir ku ji ber rewşa li herêmê dê pîrozbahiyên îsal tenê rêûresm bin

Y.J.Ê.R Cejna Êzî pîroz kir
19 kanûn, 2024   17:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Yekitiya Jinên Êzidiyên Rojava (Y.J.Ê.R) bi daxuyaniyekê cejna Êzî li civaka êzîdî pîroz kir.

Di daxuyaniyê de hat gotin hemwextî hilweşîna rejîma Baasˋê û êrişên bênavber ên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmê cejna Êzî ya îsal hat.

Y.J.Ê.R di daxuyaniyê de behda koçberiya bi darê zorê ya xelkê Efrînê kir û diyar kir ku xelkê Efrînê êşên mezin kişandin û dikişînin.

Y.J.Ê.R dubare Cejna Êzî pîroz kir û anî ziman ku pîrozbahiyên îsal ji ber rewşa heyî tenê rêûresm in.

Êzidiyên li tevahî cîhanê 3 rojan li pey hev rojiyê digirin (sêşem, çarşem û pêncşem) û dûre roja înê Cejna Êzî ye. Ev cejn dike 20ˋê Kanûnê.

(fr)