YJA Star nasnameya 2 gerîlayan aşkera kir

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê nasnameya 2 gerîlayan aşkera kir û got, "Pêşengî ji fikir, têkoşîn, jiyan û afirîneriya bi rengê jinê re kirin û ji jinên ji bo azadiyê li ber xwe didin re bûn çavkaniya sûdwergirtinê."

YJA Star nasnameya 2 gerîlayan aşkera kir
16 cotmeh, 2024   11:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê têkildarî 2 gerîlayên jin ên li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûne daxuyaniyek da. Daxuyanî bi vî rengî ye:

Hevrêyên me, milîtanên partiya me PKK û PAJK'ê Berfîn Roj û Têkoşîn Dilgeş 30'ê Mijdara 2023'an di encama êrîşa dewleta Tirk a dagirker a li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê gihîştin şehadetê. Em şoreşgerên kedkar ên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê û îdeolojiya azadiya jinê Berfîn û Têkoşîn bi rêz û minet bi bîr tînin û soz dikin ku em ê têkoşîna wan bigihînin serketinê.

Hevrêyên me Berfîn û Têkoşîn her çiqas ji neçarî dûrî Kurdistanê jiya bin jî dilê wan her tim bi gelê me re û bi têkoşîna gerîla ya bênavber re bû. Ji ber vê yekê hêj di demek zû de beşdarî têkoşîna rizgariya gelê me bûn û berpirsiyariya xwe ya ji bo gelê xwe bi cih anîn. Her du hevrêyên me li dijî Komploya Navnetweyî ya di şexsê Rêberê me de li dijî gelê me û mirovahiyê pêk hat, berê xwe dan çiyayên Kurdistanê û bersiva komplogeran dan. Bi van taybetiyên xwe xeta herî rast a têkoşînê nîşanî gelê me yê ku neçar maye li metropolên Tirkiyeyê bijî dan. Bi fedakarî û bêdudilî beşdarî têkoşîna gerîla bûn û wek milîtanên PAJK'ê yên dildarên azadiyê li çar aliyên Kurdistanê şer kirin û şerê azadiya jin û gelê me bi awayê herî xurt dan. Hevrêyên me di heman demê de bi hemû hebûna xwe beşdarî îdeolojî û paradîgmaya Rêber Apo bûn û bi pêşengiya têkoşîn, hizirkirin, afirandin û jiyana jinane bûn xwediyê têkoşîneke ku dê ji bo hemû jinên ji bo azadiyê têdikoşin feyzê jê bigirin. Wek hevrêyên Berfîn û Têkoşîn, em di serî de ji bo malbatên biqîmet ên hevrêyên xwe sersaxiyê ji hemû jinên ku dilê wan ji bo azadiyê lê dide û miletê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin.

Agahiyên der barê nasnameya hevrêyên me yên şehîd de, bi vî rengî ne:

Nasnav: Berfîn Roj

Nav û paşnav: Caize Selber

Cihê jidayikbûnê: Sêrt

Navê dayik û bav: Sakîne – Mehmet

Cih û dîroka şehadetê: 30 Mijdar 2023 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

 Nasnav: Têkoşîn Dilgeş

Nav û paşnav: Şîrvan Ulaş

Cihê jidayikbûnê: Amed

Navê dayik û bav: Perîxan – Suleyman

Cih û dîroka şehadetê: 30 Mijdar 2023 / Herêmên Parastinê yên Medyayê"