Li Bakurê Kurdistanê erdhej

Li Bakurê Kurdistanê bi pileya 5.9 erdhej çêbû ku şêniyên bakurê Sûriyeyê pê hesiyan.

Li Bakurê Kurdistanê erdhej
16 cotmeh, 2024   11:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêveberiya Karesatan a Tirkiyeyê "Affad" bajarê Malatyayê bi pileya 5.9 erdhej çêbûye û şêniyên Sûriyeyê û Lubnanê pê hesiyane. 

Affadê bi bîr xist ku erdhej saet di 10:46`an de çêbûye û navenda wê ayelata Qalê ya Malatyayê bi kûrahiya zêdetirî 10 kîlometreyan e.

Lê heta niha ti agahî der barê windahiyan de nehatin bidestxistin.

(şx)