Dewleta Tirk li Şamê çi plan kir?

Rojek piştî peymana di navbera QSD û desthilatdariya Şamê de, wezîrên karên derve û parastinê yên dewleta Tirk li gel serokê îstixbaratê çûn Şamê. Wezîrê Tirk piştre got; “Em ji hemû senoryayan re amade ne” û pi pey wê jî komkujiya Berbotanê pêk hat.

Dewleta Tirk li Şamê çi plan kir?
18 adar, 2025   07:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi banga dîrokî ya Rêber Abdullah Ocalan ku 27’ê Sibatê (2025) bi navê “Banga aştî û civaka demokratîk” hat dayîn re, li tevahiya herêmê hêviya çareseriya pirsgirêkan zêde bû.

PKK’ê û Piştî wê jî HPG’ê diyar kir ku dê li gorî bangê tevbigerin û agirbest îlan kir.

Li herêmê û qada navnetewî hikumetan, partî û rêxistinên siyasî, saziyên civakî û derdorên demokratîk desteka xwe ya ji bo vê înîsiyatîfê eşkere kirin.

HÊVIYA JI BO SURIYEYÊ Û METIRSIYA ÊRIŞÊN DEWLETA TIRK

Yek ji herêmên ku baweriya ji bo çareseriyê zêde bû jî Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê û tevahiya Suriyeyê bû. Ji ber ku ev zêdetirî 14 salan e li vê erdnîgariyê şer, hilweşandin, komkujî û dagirkerî heye.

Herî zêde jî dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê erîş dikin. Tevî ku 8’ê Kanûna 2024’an rejîma Baas hilweşiya jî, dagirkeran êriş ranewestandin. Ji 8’ê Kanûnê heta niha êrişên li Tişrîn, Qereqozaq û deverên din ên Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê bi dijwarî didomin. Di encama bi hezaran êrişên hewayî û bejahî de ji sedî zêdetir kes hatin qetilkirin, bi sedan jî birîndar bûn.

BERXWEDAN Û HEWLDANÊN ÇARESERIYÊ

Li beramberî van êrişan berxwedana QSD’ê zêdetirî 3 mehane, ya gelan jî zêdetirî 2 mehane didome.

Dema banga Rêber Abdullah Ocalan ji raya giştî re hat eşkerekirin, gelek derdor û çavdêran bal kişandin ku hinceta dewleta Tirk a ji bo êrîşan ji holê radibe. Lê êriş zêdetir bûn.

KOMKUJIYA ELEWIYAN

Li ser êrişên dijî Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê, vê carê êrişên dijî herêmên beravê yên Suriyeyê (Latkiye, Tertus, Hums) zêde bûn. Bi awayekî hovane li ser Elewiyan komkujî pêk hatin, li kolanan insan hatin gulebarankirin, îşkencekirin û revandin. Hat gotin ku piraniya êrişkaran endamên komên çete yên girêdayî dewleta Tirk in. Heta niha lêkolînek fermî nehatiye kirin, lê li gorî Navenda Çavdêriya Mafê Mirovan a Suriyeyê (SOHR) di êrişan de zêdetirî hezar û 500 kes hatin qetilkirin.

PEYMANA QSD-DESTHILATA ŞAMÊ Û DENGVEDANA WÊ

Di rewşek wiha de Îradeya Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê, li kêleka berxedanê, hewldanên çareserî û aramî kirina Suriyeyê berfirehtir kirin.

Di encama van hewldanan de roja 10’ê Adarê (2025) li Şamê di navbera QSD û desthilata Şamê de peymanek hat îmzekirin. Di peymana ku ji 8 xalan pêk tê de bi kurtasî tê gotin ku dê pirsgirêk bi riya diyalog û karê hevbeş werin çareserkirin.

Peyman hema bêje ji aliyê hemû hêzên herêmî, navnetewî û bi taybet welatên Ereban ve erênî hat nirxandin, destek hat dayîn.

TIRSA TIRKIYEYÊ Û BI LEZ ÇÛNA ŞAMÊ

Di demeke ku ev peyman ji bo pêşeroja Suriyeyê wekî gaveke erênî tê nirxandin de, dewleta Tirk ket nava tengezariyê û hewldan kirin. Di daxuyaniyên rayedarên wan ên destpêkê de nirxandinên wekî ku peymanê normal dibînin hatin kirin, lê hat gotin ku ew dişopînin.

Roja 13’yê Adarê Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê bi daxuyaniyekê diyar kir ku ew ê şandeyek leşkerî bişînin Şamê. Lê di saetên êvarê yên heman rojê de geşedanek bi leztir çêbû. Wezîrê Karên Derve Tirkiyeyê Hakan Fîdan, Wezîrê Parastinê Yaşar Guler û Serokê MÎT’ê (rêxistina îstixbaratê) Îbrahîm Kalin çûn Şamê. Diyar e ku daxuyanî têrî nekirine, lewma evqas payebilind şandine, lê ya balkêştir ew e ku aliyê leşkerî û îstîxbaratî li pêş e.

GOTINÊN HAKAN FÎDAN

Şandeya Tirkiyeyê bi Serokê Desthilata Şamê Ahmed El Şara re hevdîtin pir. Rojek piştre Hakan Fidan ji Tv’yek Tirk re axivî û got: “Em viya ji nêz ve dişopînin. Înşallah bêyî ku zêde xwîn bê rijandin jiyan normal bibe, teror bidawî bibe. Eger çek daneynin, em ji hemû senoryayan re amade ne”

Bi heman rengî Wezîrê Parastinê Yaşar Guler jî, gefên xwe yên êriş û pêkanîna siyaseta qirkirinê domandin.

Û KOMKUJIYA BERXBOTANÊ

Vaye, piştî van geşedanan, hem jî 3 roj piştî van daxuyaniyan, komkujiya Berxbotanê pêk hat. Jixwe behsa êrişên bênavber ên li derdora Tişrîn, Qereqozaq û deverên din nayê kirin. Her roj bi balafirên şer, yên biçek û bêmirov, her wiha tang û topan bi dehan êriş pêk tên. Lê şeva 17’ê Adarê, saet 00.40’an ku her kes di xew de ye, balafira bêmirov û bi çek a dewleta dagirker, di navbera gundê Berxbotan û Qomiçî de malbatek bombebaran kir. Her wiha bi çekên giran jî topbaran kir.

Di encamê de dayik, bav û 7 zarokên wan hatin qetil kirin. Her wiha 2 zarok jî birîndar bûn.

Li gorî van geşedanan pirsa tê hişê mirov ev e: “Dewleta Tirk li Şamê çi plan kir? Gelo pêkanîna terorî kîjan e?”

(a)

ANHA