YE’yê hin cezayên li ser Sûriyeyê rawestandin

Konseya Yekitiya Ewropayê hin cezayên li ser Sûriyeyê rawestandin.

YE’yê hin cezayên li ser Sûriyeyê rawestandin
24 sibat, 2025   14:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Welatên Yekitiya Ewropayê (YE) îro li hev kir ku hin cezayan li ser Sûriyeyê rawestînin. Hin ji cezayên ku hatine rawestandin, girêdayî enerjî, veguhastin û avahîsaziyê ne.

Ev biryar wek hewldaneke Ewropayê ya ji bo piştgiriya jinûveavakirina Sûriyeyê ya piştî rûxandina rejîma Baasê tê dîtin.

Piştî aloziya ku di sala 2011'an de li Sûriyeyê dest pê kir, ev ceza li ser rejîma Baasê û tevahiya sektorên aboriyê hatibûn ferzkirin.