Berxwedana li Bendava Tişrînê dewam dike

Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê 48 roj e li Bendava Tişrînê çalakiya nobetê dike.

Berxwedana li Bendava Tişrînê dewam dike
24 sibat, 2025   14:25
BENDAVA TIŞRÎNÊ

Çalakiya nobetê ya li Bendava Tirşînê ya li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, di roja 48’an de dewam dike.

Ji 8’ê Çileyê ve gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi armanca rawestandina êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên û nîşandana dijbertiya xwe ya li hemberî êrişan, nobetê li Bendava Tişrînê digire.

Gel bi israr e ku heya êriş bên rawestandin çalakiya xwe bidomîne.

(bb)

ANHA