Nobeta li dijî dagirkeriyê di roja 6'emîn de ye

Bi hezaran welatî û nûnerên saziyên demokratîk li dijî dagirkiriya şaredariya bajarê Êlih, Mêrdîn û Xelfetiyê ên bakurê Kurdistanê di roja 6’emîn de çalakiyên girseyî li dar xistin û gotin: “Berxwedana me didome, em ê tu carî xiyanetê li dîroka xwe ya berxwedanê nekin. Em ê teqez bi ser bikevin."

Nobeta li dijî dagirkeriyê di roja 6'emîn de ye
9 mijdar, 2024   15:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi hezaran welatî û nûnerên saziyên demokratîk li dijî dagirkiriya şaredariya bajarê Êlih, Mêrdîn û Xelfetiyê ên bakurê Kurdistanê di roja 6’emîn de çalakiyên girseyî li dar xistin. 

Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şadal li Navçeya Xalfetiyê axivî û got: “Hûn bi tunekirina vîna gel nikarin pêvajoya aştiyê pêk bînin. Em soz didin ku van saziyên xwe paşve bistînin.” Hevşaredara Bajarê Mêrdînê Devrîm Demîr jî anî ziman ku dê şaredariyên xwe paşve bistînin û ev der warê wan e. Hevşaredara Êlihê Gulistan Sonuk jî got. “Em li vir in, em ê berxwedanê mezin bikin.”

RIHA

Li navçeya Xelfetiyê ya Rihayê çalakiya nobetê ya li dijî tayînkirina qeyûm hatiye destpêkirin, di roja şeşemîn de berdewam dike. Welatî di saetên serê sibehê de li ber şaredariya ku hatiye dorpêçkirin kom bûn. Li aliyekî hêrs û nobeta li dijî qeyûm didome li aliyekî jî piştevaniya ji bo nobetê berdewam dike. Rêxistina DEM Partiyê ya Bazarcixê serdana çalakiya nobetê kir.

Tê payîn di nava rojê de şandeyek ji Tevgera Jinên Azad (TJA) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) pêk tê serdana nobeta li dijî qeyûm bikin.

MÊRDÎN

 Bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (DEM Partî), li dijî tayînkirina qeyûmê ya li Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê daxuyanî didin çapemeniyê. 

 Daxuyaniya li Parka Karayollari ya Artukluya Mêrdînê tê dayîn. Dayikên Aştiyê, nûnerên saziyên sivîl û rêveberên DEM Partî û DBP'ê tevlî daxuyaniyê bûn. 

 Beriya daxuyaniyê girseya ku li ber avahiya DEM Partî ya bajêr kombûn ji hêla polîsan ve tên dorpêçkirin. 

ÊLIH

  Wezareta Karên Navxweyî roja 4’ê mijdarê qeyûm tayînî ser Şaredariya Êlihê kir. Xelkê Êlihê li dijî tayînkirina qeyûm çalakiyên protestoyê di roja şeşemîn de berdewam dike. Girse li ber Parka Yilmaz Guney kom bû û li ser Cadeya Amedê heta Duçerxa Basinê meşê li dar xist. Girse bênavber dirûşmên “Qeyûm bicehime”, “Dizek qeyûm” û “Bijî berxwedana gelê kurd” berz kir. 

 Girse, li gel şandeya ku ji Wanê hatî bi pankarta “Li dijî darbeya qeyûm gel li berxwe dide” meşiyan. Parlamenter, hevşaredar û hevserokên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û gelek welatî tevlî meşê bûn. Girseyê gelek caran bê navber dirûşmên "Êlih îradeya xwe biparêze", "Li Şaredariyê diz heye", "Bijî berxwedana Gele Kurd" û "Jin jiyan azadî" berz kirin. Dikandarên derdorê jî bi çepikan piştgirî dan meşê. 

Di meşê de Parlamenterê Wanê Mahmût Dîndar axivî û got: “Rabin ser piyan û xwedî li vîna xwe derkevin. Roj roja parastina vîna me ye." Girseya ku gihaşt ber çerxerêya Basinê li vir daxuyanî hat dayîn. 

 Hevserokê DEM Partî ya Êlihê Mustafa Mesut Tekîk axivî û bal kişand ser berxwedana Êlihê û dû re Hevserokê DEM Partî yê Wanê Veysî Dîlekçî mafê axaftinê girt û bal kişand ser polîtîkayên AKP'ê û MHP'ê û got: "Gulistan Sonuk vîna gelê Êlihê ye. Bi rojanê hûn li qadan li ber xwe didin. Me ji Wanê ji we re silav anî û em berxwedana we silav dikin. Em ê bi hev re bi ser kevin."

Hevşaredarê Kopê ya Mûşê Arafat Kardagi jî destnîşan kir ku çiqas gel xwedî li vîna xwe derkeve dê îktîdar paşve gav bavêje. Hevşaredarê Misircê ya Sêrtê  Alî Riza Bîngol, bal kişand ser helwesta gel.

Herî dawiyê jî Hevşaredara Êlihê Gulistan Sonuk axivî û got: "Dibêjin derbarê me de biryar hene, ev çîrok in; Ger hilbijartineke me ya din hebe em ê dîsa bi ser bikevin. Ew ê tu carî me ji erkên me dûr nexin bi biryarên weha sivik. Em bi erêkirina we û Wezareta Karên Hundir nehatine. Em bi vîna vî gelî hatin vir. Kesî ev der nedaye me. Em van kolanan naterikînin. Em ê ti carî xiyanetê li dîroka xwe ya berxwedanê nekin. Heta ku ev şaredarî ji vê dagirkeriyê rizgar nebin, berxwedana me bi dawî nabe."